Erîşa dijwar a çeteyan hat şikandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji 2 aliyan ve êrişî bendava Tişrînê kirin. Piştê pevçûnên dijwar, êriş hatin têkbirin.

Erîşa dijwar a çeteyan hat şikandin
17 kanûn, 2024   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ajansa me ji herêmê ragihandin, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, saet derdora 16.30'an de ji du aliyan ve êrişî Bendava Tişrîn kirin. 

Çeteyên ku ji aliyê başûrê Tişrînê ve ber bi bendave dihatin û yên ji aliyê Sekenê ve êriş dikirin, rastî bersiva tund a şervanan hatin.

Di pevçûnên ku 2 saetan dom kirin û balafirên bêmirov û bi çek ên dewleta tirk jî êriş dikirin, çete hatin têkbirin.