Xelkê Reqayê şehîd Îskender û Şêro ber bi Hesekê ve oxir kirin

Şêniyên kantona Reqayê cenazeyên her du şehîdan Îskender û Şêro ber bi kantona Cizîrê ve oxir kirin.

Xelkê Reqayê şehîd Îskender û Şêro ber bi Hesekê ve oxir kirin
17 kanûn, 2024   17:34
REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo her du fermandarên şehîd Îskender û Şêro yên ku di bersivdana êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî kantona Minbicê de şehîd bûn, merasîma oxirkirinê li dar xist.

Şehîd Şêro fermandarê hêzên Cebhet El Ekrad ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) e û şehîd Îskender fermandarê Lîwa Siwar Idlib e, her du jî di 8'ê Kanûnê de gihîştin asta şehadetê.

Di merasîmê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û malbatên herdu şehîdan li navenda meclisê ya bajarê Reqayê kom bûn.

Li wir rêvebera kantona Firatê Zinarîn Kobanê sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û berxwedana QSD'ê ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kir.

Di dawiya merasîman de beşdaran her du şehîd ber bi kantona Cizîrê ve oxir kirin.

Ji bo cenazeyên şehîdan bên defnkirin wê merasîmeke heyet li kantona Cizîrê were lidarxistin.

(mh/fr)

ANHA