Êrişa çeteyan li dijî 2 gundên Şehba û Efrînê hat têkbirin

Hêzên Parastina Cewherî êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî 2 gundên kantona Efrîn û Şehba têk bir.

Êrişa çeteyan li dijî 2 gundên Şehba û Efrînê hat têkbirin
30 mijdar, 2024   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker hewl da bikevin gundên Kilotê û Birc Qasê yên bajarokê Şêrawayê yê kantona Efrîn û Şehba. 

Di çarçoveya parastina rewa de Hêzên Parastina Cewherî bersiva êrişê da û têk birin.

Li gorî agahiyên heyî, çeteyek hat kuştin û yek jî hat dîlgirtin. Çeteyê hatiye dîlgirtin bi navê Fehed Mistefa Mihemed ê girêdayî "Firqet El Hemzat" e.

(fr)