Li ser rêya Amûdê-Hesekê qeza: 4 welatî mirin

Di encama qezayekê li ser rêya Amûdê-Hesekê de, di nav de 3 welatî ji heman malbatê bi giştî 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 4 welatî jî birîndar bûn.

Li ser rêya Amûdê-Hesekê qeza: 4 welatî mirin
30 mijdar, 2024   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser rêya di navbera bajarên Amûdê û Hesekê de li nêzî navendê Hitîn a dexlûdanan, kamyonek û erebeyeke honday li hev qelibîn, di encamê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên Amûdê û Hesekê.

Nûçegihana me ji nexweşxaneyan navên welatiyên jiyana xwe ji dest dane aşkera kirin û wiha ne: Şivan Deham Javî, Wehbe Deham Javî, Seîd Ehmed Javî, Îsa Emo. Ev welatî ji gundê Bîr Zeravê ne.

(fr)

ANHA