Pêşangeha Şêwekariyê bi şahiyekê bi dawî bû

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê pêşangeha wêneyan a bi dirûşma “Em bi rengê xwe jiyanê dixemînlînin” de ku 55 wêne hatin pêşandan, di roja 3’yan de bi şahiyekê bi dawî kir.

30 mijdar, 2024   20:37
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya kantona Cizîrê bi dirûşma “Em bi rengê xwe jiyanê dixeminlînin” pêşangehek ji 55 tabloyên şewekaran pêk tên li Naveda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo vekribû di roja 3’yan de bi şahiyekê û bi dayîna spasnameyên şêwekaran bi dawî kir.

Tevî endam û reveberên Rêveberiya Xweser, Desteya Çandê, rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, şêwekar û gelek kes di roja 3’yan de beşdarî pêşangehê bûn.

Piştî ku hezkiriyên şêwekariyê dest bi temaşekirina pêşangehê kirin, derbasî salona şahiyê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, di çarçoveya bernameya pêşangehê ya roja 3’yemîn de, hunermendên TEV-ÇAND’ê Sumeya Mihemed, Daniş Botan û Şêxmûs Dogan stranên xwe pêşkêş kirin.

Piştî beşa hunerî, ji aliyê hevserokên Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyal Çolî û Ilyas Sîdo ve ji bo 55 şêwekarên ku wêneyên wan di pêşangehê de hatin nîşandan spasname hatin dayîn.

Bi dayîna spasnameyan, pêşangeh bi dawî bû.

(bm)

ANHA