Erebistana Siûdî lê çavkaniyên Hûsiyan xistin

Erebistana Siûdî ragihand ku wê li Senaa, Hudeyda û Zemarê li çavkaniyên çalak ên Hûsiyan dane.

Erebistana Siûdî lê çavkaniyên Hûsiyan xistin
13 cotmeh, 2026   22:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Erebistana Siûdî ragihand ku wan li çavkaniyên aktîf ên Hûsiyan xistine ku destek didan operasyonên wê yên leşkerî, di heman demê de gef li Erebistana Siûdî û kerdîdorên avê yên navneteweyî dixwarin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî Tirkî El Malikî got, Hûsî çavkaniyên sivîl û çavkaniyên çalak ên destek didan şer wê bi kar dianîn.

Li gorî El Malikî, ji cihên hatine hedefkirin ev, stasyona El Sebaha ya navendî ya li Senaayê, depoyên sotemeniyê yên binerd, rêyên taybet ên veguhestin û valakirina sotemeniyê yên li Senaa, Hudeyda û Zemarê hatin hedefkirin.

El Malikî destnîşan kir ku çavkaniyên hatine hedefkirin rasterast destek dida operasyon leşkerî yên Hûsiyan û gel ji sûdwergirtina ji pêdiviyên bingehîn bêpar dihişt. Her wiha got, ev cih ji bo destekkirina mûşek û dronan ên ku gef li Erebistana Siûdî, ewlehiya balafirgehan, bender û keştiyên bazirganiyê li deryaya Sor dixwarin, tên bikaranîn.

(bb)