Mazlûm Ebdî û Bafil Talebanî civiyan

Bafil Talebanî û Mazlûm Ebdî li Hewlêrê li hev civiyan. Talebanî destnîşan kir ku ew piştgiriya mafê neteweyî û destûrî yê gelê Kurd ê li Sûriyeyê dikin.

Mazlûm Ebdî û Bafil Talebanî civiyan
13 cotmeh, 2026   22:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsîngeha Serokê Yekitiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî eşkere kir ku li Hewlêrê Bafil Talebanî û Şêwirmedê Serokkomarê Sûriyeyê Mazlûm Ebdî li hev civiyane.

Hate ragihandin di civînê de Alîkarê Serokê Hikûmeta Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê Qubat Talebanî û Şalaw Kosret Resûl jî amade bûn. Hate ragihandin ku di civînê de pêşketinên dawî yên siyasî û ewlehî hatiye nirxandin.

Hate gotin ku Bafil Talebanî di civînê de eşkere kiriye ku ew piştgiriya mafê neteweyî û destûrî yê gelê Kurd ê li Sûriyeyê dike û piştgirê her gavekê bin ku zimanê bihevre jiyînê ya aştiyane û aramiyê dikin.

Li aliyê din hate diyarkirin ku Mazlûm Ebdî jî spasî û rola Bafil Talebanî û YNK’ê ya li hemû nîqaşên li ser Sûriye û parastina mafên Kurdan ya di çarçoveya lihevkirinan de girîng nirxandiye.