El Şeybanî: Me zêdetirî 100 hezar belge ji OPCW’yê re şandin

El Şeybanî got Sûriyeyê zêdetirî 100 hezar belge ji OPCW’yê re şandin û diyar kir ku ew ê hevkariyê ji bo aşkerakirina binpêkirinan, cezakirina berpirsan û bidawîkirina dosyayê dewam bikin.

El Şeybanî: Me zêdetirî 100 hezar belge ji OPCW’yê re şandin
13 cotmeh, 2026   21:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Esed Hesen El Şeybanî di civîna çapemeniyê ya hevbeş de bi Gerînendeya Giştî ya Rêxistina Qedexeya Çekên Kîmyawî (OPCW) Sabrina Dallafior re ragihand ku îro zêdetirî 100 hezar belgeyên fermî ji OPCW’yê re şandin.

 El Şeybanî diyar kir ku Sûriyeyê di Hezîranê de danezana ku ji rejîma berê wergirtibû sererast kir û got, rejîma berê tesîseke hilberînê û 2 tesîsên depokirin û cebilxaneyê veşartibûn.

El Şeybanî di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ev hewldana di Tebaxê de bi wêrankirina 42 bombeyên asîmanî yên kîmyawî di bin çavdêriya OPCW’yê de hat tacîdarkirin.

El Şeybanî diyar kir ku di dan û standinan de nexşerêya veguhastina ji pêşketinê bo girtina dawî ya dosyaya çekên kîmyawî û plana xerbatê ya hevbeş ji bo pêvajoya serkeftinên pratîkî yên der barê beşdariya di kongreya dewletên alîdarî di meha bê de, hatin nîqaşkirin.

Di dawiyê de El Şeybanî got girtina dosyayê bi edaleta ji bo qurbaniyan û misogeriya nedubarebûna bikaranîna çekên kîmyawî ve girêdayî ye û da zanîn ku 18 tohmetbar di nav de efserên mezin girtî ne.

(f)