Eraqçî: Îmarat di şerê li dijî me de şirîkeke çalak e

Wezîrê karên derve yê Îranê anî ziman ku Abû Dabî di şerê DYA û Îsraîlê yê li dijî Îranê de hevkareke çalak e.

Eraqçî: Îmarat di şerê li dijî me de şirîkeke çalak e
14 gulan, 2026   15:12
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî îro di civîna bilind a BRICS'ê ya li Hindistanê de axivî û got: "Îmaratên Yekbûyî yên Erebî şirîkeke çalak e di vê êrişê de, guman li ser vê yekê tune ne.”

Eraqçî îdia kir ku aşkera bûye ku Îmaratê beşdarî di êrişên Îsraîl û DYA'yê yên li ser Îranê de kiriye û got: "Dibe ku rasterast li dijî me tev geriyane."

(bb)