Li Hesekê Cejna Ziman Kurdî bi girseyî pîroz kirin

Xelkê Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê, kampa Waşûkanî û Serêkaniyê Cejna Zimanê Kurdî bi girseyî pîroz kir û daxwaz kir ku zimanê wan ê dayikê li Sûriyeyê bibe zimanekî fermî.

14 gulan, 2026   15:11
HESEKÊ

Bi boneya roja Cejna Zimanê Kurdî bi sedan şênî ji Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê, kampa Waşûkanî û kampa Serêkaniyê li hev kom bûn û meşiyan. 

Meşê ji pira El Beyrûnî heyanî koşka dadê ya Hesekê berdewam kir. Girse piştî ku gihaşte Koşka Edaletê ya Hesekê daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî da. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Rêveberiya Peymangeha Amedekirina Mamosteyan Jînda Ehmê ve hat xwendin, bi zimanê erebî ji aliyê hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Dirbêsiyê Silêman Xelîl ve hate xwendin.

Di daxuayniyê de ev daxwaz hatin rêzkirin:

“Naskirina fermî ya zimanê Kurdî wekî zimanekî sereke li gel zimanên din.

Danasîna fermî ya zimanê kurdî di dibistan û zanîngehan de.

Parastina zimanê kurdî ji marjînalîzekirin, qedexekirin an jî tahrîfkirinê.

Bikaranîna zimanê kurdî di saziyên hikumetê, dadgeh û daîreyên fermî de.

Nivîsandina navên bajar, sazî û tabelayan bi kurdî.

Piştgiriya medyaya kurdî, çand û hunera kurdî bi zimanê dayikê.

Avakirina navendên akademîk û lêkolînê yên ji bo zimanê kurdî û pêşveçûna wê.

Garantkirina mafê zarokan ji bo fêrbûna bi zimanê dayikê bêyî cudahî.

Rêzgirtina ji nasname û çanda kurdî re wek beşeke yekgirtî ya dîroka herêmê.

Bidawianîna polîtîkayên înkar, erebkirinê yan jî her siyaseteke ku armanca wê jêbirina zimanê kurdî ye.

Em bawer in ku dad, wekhevî û rêzgirtina cihêrengiyê bingeha yekitiya gelan û aramiya welatan e.”

Piştî ku daxuyanî hate xwendin, radestî parêzgeha Hesekê kirin da ku daxwazên gelê Kurd ên di daxuyaniyê de hatine nivîsandin, radestî serokê hikumeta demkî Ehmed Şara bên kirin.

(np)

ANHA