Hikumetê biryarek sosret da: Xwendekarên Siwêdayê dê ezmûnên xwe li derveyî bajar bikin

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê biryar da ku xwendekarên refên 9 û 12 ên Siwêdayê ezmûnên xwe li herêmên di bin serweriya hikumetê de pêşkêş bikin. Xelkê herêmê ji biryarê bi fikar in.

Hikumetê biryarek sosret da: Xwendekarên Siwêdayê dê ezmûnên xwe li derveyî bajar bikin
14 gulan, 2026   15:58
NAVEDA NÛÇEYAN

Wezareta Perwerde û Fêrkirine ya hikûmeta demkî biryar da ku xwendekarên refên 9 û 12  (Wêje, zanistî û pêşeyî) yên ji Siwedayê, ezmûnên xwe li parêzgehên Şam û gundewarên Şamê pêşkêş bikin.

Wezaretê ev biryar bi îdiaya ku 'Siwêdayê ne ewle ye û divê ezmûn li cihekî ewle were kirin' da.

Li gorî çavkaniyên herêmî, wezaretê piştî dan û standinên bi Rêveberiya Perwerde û Fêrkirine yên Siwêda re ev biryar da. Çavkaniyan agahî da ku dan û standin li ser mekanîzmeya şopandina ezmûnan pêk hatiye.

Çavkaniyan da zanîn ku Rêveberiya Perwerde û Fêrkirine ya Siwêdayê daxwaza Wezaretê ya şopandina ezmûnan qebûl kirine lê belê hikûmetê israr kiriye ku ezmûn li herêmên di bin serweriya xwe yan jî navendên gundewarên Şamê pêk werin.

Hat gotin ku hikûmeta demkî di dosya perwerdeyê de zextê li parêzgeha Siwêdayê dike.

Şêniyên herêmê bi fikar in ku ev biryar pirsgirêkên ewlehiyê zêdetir bibin û xwestin navendên ezmûnan werin vekirin.

Li gorî çavdêran, paşguhkirina parêzgeha Siwêdayê siberoja bi hezaran şagirtan dike xetereyê. Daxwaz hat kirin ku Wezareta Perwerde û Fêrkirine ya hikûmeta demkî li vê biryarê vegere û pirsgirêk were çareserkirin.

(np)