Tevgerên Îsraîlê li gundewarên Quneytrayê dewam dikin

Hêzên Îsraîlê li gundê El Ecref ê Quneytrayê bendek demkî ya kontrolê danî. Hêzek din jî derbasî mezreya El Rezaniya ya başûrê parêzgehê bû.

Tevgerên Îsraîlê li gundewarên Quneytrayê dewam dikin
18 cotmeh, 2026   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzeke Îsraîlê ji 6 erebeyên leşkerî pê tê derbasî mezreya El Rezaniya ya gundewarên başûrê Quneytrayê bû û li gundê El Ecref ê Quneytrayê navîn jî bendek demkî ya kontrolê ava kir.

Dewriyeyeke din îro sibeha derbasî herêma El Eqrebiyê ya navbera gundên Abidîn û Cemlê yê hewza Yermûkê yê rojavayê Derayê bû û bendek kontrolê danî.

Hate ragihandin ku dewriyeyeke din ku ji 3 tank û 3 erebeyan pêk dihat derbasî rojavayê bajarokê Seyda Colanê yê başûrê Quneytrayê bû. Li gorî agahiyan, leşkerên Îsraîlê bi tankan darên deşta herêmê hilweşandin.

(bb)