Eraqçî: Dan û standinên têkildarî Hurmuzê ber bi dawîn ve diçin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got ku dan û standinên têkildarî trafîka tengava Hurmuzê ber bi dawî diçin, lê ev nayê wateya ku dê bi temamî ji nû ve were vekirin.

Eraqçî: Dan û standinên têkildarî Hurmuzê ber bi dawîn ve diçin
8 tebax, 2026   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku dan û standinên li ser tevgera li tengava Hurmuzê berdewam dikin û alî dixebitin ku rêyên navîgasyonê yên demkî diyar bikin.

 Eraqçî anî ziman ku dibe di demek nêzîk de encamek çêbib, lê got, diyarkirina van rêyan nayê wateya ku dê tengav bi temamî ji nû ve were vekirin.

Her wiha îşaret pê kir ku ev mijar li gorî metna lihevkirinê ya di navbera Tehran û Washingtonê de,  bi şertên din û sozên ku divê DYA‘yê pêk bîne ve girêdayî ye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, Îran her rêkeftinên nû an destwerdana biyanî di rêvebirina tengavê de red dike û destnîşan kir ku Tehran li gorî rêkeftinên heyî rola xwe di rêxistina navîgasyonê de diparêze.

(bb)