Li Siwêdayê çalakiyên ji bo pêkanîna edaletê didomin

Çalakvanên Siwêdayê çalakiyên xwe yên têkildarî daxwaza pêkanîna edalet, wekhevî û parastina sivîlan didomînin.

8 tebax, 2026   15:54
SIWÊDA

Çalakvanên “Qada Rûmetê” li bajarê Siwêdayê bi dirûşma “Edalet û Wekhevî” ji bo daxwaza pêkanîna edalet û wekheviya di navbera hemû welatiyan, parastina sivîlan, hesabxwestina ji berpirsyarên kiryaran û rêgirtina li ber gendeliyê çalakiyên xwe didomînin.

Çalakvanan diyar kir ku ew dest ji daxwazên xwe bernadin û parçebûnê naxwazin, pêkanîna edaletê û qanûnê ji bo pêvajoya siyasî û avakirina saziyan li welat esas e.

Di çalakiyê de pankartên “Kesên ku heqîqetê vedişêrin hevkarên sûcan in” û “Bê edalet serxwebûn çênabe, bi gendeliyê re avabûn nabe” hatibûn rakirin.

Çalakvanê bi navê Mûsena El Henawî ji ajansa me re axivî û da zanîn ku ew ji bo şermezarkirina sûcên li dijî şêniyan, di nav wan de jî teqîna herî dawî ya li Ceremanayê çêbûye, derketine çalakiyê. El Henawî banga dûrxistina olê ji desthilatê kir û diyar kir ku girîng e qanûn û sazî di bin sîwaneke giştî ya welatiyan de bin.

Adil Hatûm destnîşan kir ku hedefgirtina sivîlan li Ceremanayê sûcek e û divê hesab ji sûcdaran were xwstin, parastina sivîlan jî misoger bibe.

Hatûm behsa rewşa herêmê kir û da zanîn ku hinek alî hene nabe ku bawerî bi wan were, kiryarên kuştin û şewitandina malan jî li dijî gelê herêmê tên meşandin.

(sb)

ANHA