Tevgerên Îsraîlê li Quneytîrayê

Hêzên Îsraîlê derbasî bakurê rojavayê Quneytîrayê ya li nêzî gundê Semdaniyê Xerbiyê bûn.

Tevgerên Îsraîlê li Quneytîrayê
8 tebax, 2026   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel hebûna endamên hêza Neteweyên Yekbûyî ya UNDOF’ê, hêzên Îsraîlê ketin derdora Bendava El Mentere ya bakurê rojavayê Quneytîrayê ya li nêzî gundê Semdaniyê Xerbiyê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di ketina hêzên Îsraîlê de tu rageşî yan jî bûyerên ewlehiyê nehatin tomarkirin. Hêza UNDOF’ê şopên zirarên ji ber tevgera Îsraîlê li Semdaniyê Xerbiyê şopandin.

Girêdayî mijarê, hêzên Îsraîlê bendekî axî yê demkî di navbera Semdaniyê Şerqiyê û bajarokê Xane Ernebê de rakir, treks, tanek , zêdetirî 50 endam li deverê bi cih bûn, tevgera çûn û hatinê li herêmê asteng kirin.

SOHR’ê diyar kiribû ku dewriyeke Îsraîlê ji 2 tanke, 2 treks û wesayîtên zirxî derbasî Semdaniyê Xeribyê bûbû, zeviyên çandiniyê rast kiribû.

(f)