Enqere: Dibe ku Misr jî tev li peymanê bibe

Cîgirê serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz got welatên dîtir jî dikarin tev li peymana Tirkiyê, Erebistan Siûdî û Pakistanê bibin û dibe ku Misir di siberojê de tev lê bibe.

Enqere: Dibe ku Misr jî tev li peymanê bibe
8 tebax, 2026   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz têkildarî peymana Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê ji kanala CNNTurk re axivî. 

Yilmaz anî ziman ku dibe ku peymana Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê berfireh bibe û welatên dîtir jî tev lê bibin û dibe ku di siberojê de Misr jî tev lê bibe. Her wiha got peyman dê bi nêrîna her 3 welatan fireh bibe û ev lê zêde kir: “Misr welatekî xwedî nirxekî mezin e û girîng e.”

Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê 7`ê Tebaxê li Mekeyê peyman îmze kiribû.

(np)