Keştiyeke şîrketa ADNOC‘ê li Hurmuzê hat hedefkirin

Şîrketa ADNOC a Îmaratê ragihand ku keştiyeke wê dema di tengava Hurmuzê re derbas dibû, bi mûşek û dronan hat hedefkirin.

Keştiyeke şîrketa ADNOC‘ê li Hurmuzê hat hedefkirin
8 tebax, 2026   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîrketa ADNOC‘ê ya Îmaratê ragihand ku keştiyeke wê dema di tengava Hurmuzê re derbas bû, hat hedefkirin. Şîrketê da zanîn ku êrişên li ser keştî û karmendên wê bandoreke mezin li karê wan dikin.

Şîrketê diyar kir ku ji destpêka şer ve 15 keştiyên wê bi mûşek û dronan hatine hedefkirin. Ji wan 3 êriş di hefteya dawîn de hatine kirin. Di encamê de endamekî wan hat kuştin û 20 jî birîndar bûn.

ADNOC‘ê destnîşan kir ku ew bi hemahengiya bi rayedarên pispor re ji bo girtina tedbîrên pêwîst ên parastina karmend û samanên xwe û misogerkirina berdewamiya operasyonên xwe, kar dike. Her wiha banga rêzgirtina li azadiya tevgera navîgasyonê ya navneteweyî û ewlekirina tevgera keştiyên bazirganiyê kir.

(bb)