Endazyaran ji Bendava Tişrînê bang kir 

Yekîtiya Endazyaran a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li ser Bendava Tişrînê bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka sivîl kir ku ji bo rawestandina êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker bikevin nava liv û tevgerê.

Endazyaran ji Bendava Tişrînê bang kir 
8 adar, 2025   10:54
BENDAVA TIŞRÎN

Endamên Yekîtiya Endazyaran a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li Bendava Tişrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendavê bi tundî hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya bendavê hat kirin û hate diyarkirin ku " Bendav binesazî, enerjî û avê li herêmê zêde dike. Bendav stasyoneke hîdroelektrîkê dihewîne ku nêzîkî 630 megawat kehrebê çêdike û di avdana zeviyên çandiniyê yên derdorê jî dibe alîkar. Ji ber cihê wî yê stratejîk dibe sedem ku xetereyên lehiyan kêm bibe."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bedena Bendava Tişrînê û derdora wê bi domdarî ji aliyê dewleta Tirk vê tê topbarankirin û bombebarankirin û ev jî xeterî û karasetên mezin bi xwe re bîne.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser bendavê bi sûcên dermirovî hat binavkirin û bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên civaka sivîl hat kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendavê rawestînin.

(bb)

ANHA