Iraqê têkildarî Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir

Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê balkêşa ser aloziyên vê dawiyê li Sûriyeyê rû didin û hate gotin; “Bi bikaranîna tundiyê pirsgirêk çareser nabin, berovajî wê mezintir bibin. Pêwîst e hemû awayî welatiyên sivîln bên parastin.”

Iraqê têkildarî Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir
8 adar, 2025   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nava du rojên borî de li gelek bajarên Sûriyeyê; Laziqiye, Tartûs, Humis rageşiyeke leşkerî ya xeternak heye. Di encama van rageşî û pevçûnên dualî yên hêzên girêdayî desthilata Şamê û komên çekdar de gelek kes hatin kuştin. Der barê aloziyan de, Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku tundî pirsgirêkan çareser nake, berovajî wê mezintir bike.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku divê welatiyên sivîl bên parastin û ji hemû cûrên pêşbaziyan dûr bin. Wezaretê da zanîn ku dewamkirina tundî û aloziyên li Sûriyeyê, wê bibe ji bo vegera aramî û ewlekariya Suriyeyê, bibe astengî.