Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê jiyana xwe ji dest da

Duh mamosta Seîd Çomlek ku di heman demê de Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya wargeha penaberan a Mexmûrê ye, di wesayîta xwe de mirî hatibû dîtin. Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Bêwar Unver got ku li gorî rapora ewil ya tiba edlî, mamosta Seîd di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye. Lê dîsa bi her awayî lêkolîn dewam dike.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê jiyana xwe ji dest da
14 tebax, 2026   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh mamosta Seîd Çomlek ku di heman demê de Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ye, di saet 11:00’an de ji bo benzînê werbigire, bi wesayîta xwe çû Mexmûra jêrê. Mamosta Seîd ji bo wesayîta xwe benzînê distîne û diviya ba vegeriya ba malê. Lê piştî saet 11:45’an wir ve, agahî ji mamosta Seîd nehate girtin.

Li ser vê yekê Meclisa Wargehê kete nava hewldanan. Ji bo dîtina mamosta xelkê wargehê û aliyên peywendîdar ketin nava liv û tevgerê. Di encama gelek lêgerînan de, di saet 18:20’an de wesayîta mamosta Seîd li seyrangeha Mexmûra jêrê sekinî hate dîtin.

Piştî aliyên peywendîdar gihiştin cihê bûyerê, dîtin ku mamosta Seîd di wesayîtê deye, pal dayîye û jiyana xwe ji dest daye.

Aliyên peywendîdar di lêkolîna ewil de rastî ti gumanek nehatin. Li ser bedena mamosta Seîd ti şopek yan jî lêdanek nehate dîtin, lewma gotin ku ihtimal heye bi krîza dil jiyana xwe ji dest dabe.

Lê ji bo sedema mirina mamosta Seîd bê zanîn, cenaze rakirin tiba edlî ya li Mûsilê. Li gorî rapora ewil ya tiba edlî, derket holê ku mamosta Seîd di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye.

Derbarê mijarê de Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya wargeha Mexmûrê Bêwar Unver agahî da ajansa me.

Bêwar Unver got; ‘‘Mamosta Seîd li ser esasê biçe benzîn bigire çûye Mexmûra jêre. Benzîna xwe girtiye û dema benzîn wergirtî divê hatiba mal. Lê piştre çûye cihê seyrangeha Mexmura jêrê. Wesayîta wî bi şêwazek sekinî hate dîtin û di nava wesayîtê de paldayî bû. Tu şopek lêdan, yan jî hinekan tiştek lêkiribe, li ser bedena wî nehatiye dîtin.

Lê ji bo rewş were zelalkirin, me cenaze rakir tiba edlî ya Mûsilê. Duh bi şev encama tiba edlî derket holê. Li gorî rapora ewil ya tiba edlî, mamosta Seîd di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye.”

Bêwar da zanîn ku beriya wê nexweşiyê mamosta hebûn, nexweşiya dil hebû, gurçiskek wî di dema xwe de ji ber nexweşiyê hatibû jêkirin, tansiyona wî hebû û got; ”Çend caran emeliyat kiribûn. Niha encama ewil ya tiba edlî derket, lê dîsan lêkolînên din  dewam dikin. Lê heya niha ti diyardeyek ku hinekan tiştek lêkiriye nehatiye ditin û nehatiye bihîstin.’’