CENTCOM: Ji bilî şerê li dijî Îranê rêyek din tune ye

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) banga destpêkirina şerê li dijî Îranê kir û got: tu vebijarkeke din nîne ji bilî destpêkirina şer li dijî Îranê.

CENTCOM: Ji bilî şerê li dijî Îranê rêyek din tune ye
14 tebax, 2026   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporeke Kanala 13 a Îsraîlê, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper di serdana xwe ya ji bo Tel Avîvê de û di hevdîtina xwe ya li gel Serokerkanê Giştî û fermandarên bilind ên artêşa Îsraîlê de ragihandiye ku ti vebijarkeke din li pêşiya Washingtonê nemîne ji bilî destpêkirina şer li dijî Îranê.

Amîral Brad Cooper ragihandiye ku lêdana jêrxana stratejîk a Îranê ku kerta neft, gaz û elektrîkê jî di nav de, dê hevsengiyê biguherîne. Bi gotina Cooper, Tehran bêyî zextêên bi vî rengî yên tund helwestên xwe naguhere.

Her wiha Amîral Brad Cooper bal kişandiye ser wê yekê ku di egera serhildana dubare ya pevçûnan de, dê Amerîka pêwîstî bi hevkarî û pêkanîna êrişên hevbeş li gel Îsraîlê hebe.