Encamnameya lûtkeya NATO’yê hat ragihandin

Lûtkeya 36ˊemîn a NATOˊyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat gotin ku ger êrişek li hember endameke NATOˊyê were kirin weke ku ji hemû endaman re hatiyê kirin were hesibandin û bang li Îranê hat kirin ku dev jê hilberîna çekên nukleerî berde.

Encamnameya lûtkeya NATO’yê hat ragihandin
8 tîrmeh, 2026   17:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Lûtkeya 36ˊemîn a NATOˊyê ku li Qesra Serokkomariyê ya li navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê pêk hat, bi dawî bû. Di encamnameya 6 xalan de li ser sanayiya parastinê hat rawestandin û bang li Îranê hat kirin.

Encamnameya Lûtkeya ku bi 6 xalan pêk dihat, wiha ye:

*Êrîşek ji endameke re were kirin weke ku ji hemû endaman re hatiyê kirin e. Girêdana me ya ji bo parastinê berdewam dike

*Dewletên mutefîk li dijî xetereyên Rûsyayê li ser Bakurê Atlantîke li gor taahhuda Laheyê pêk tînin. Em sanayiya parastinê xurt dikin û li Enqereyê radigihînin ku em ji 50 milyar dolaran zêdetir kirînên xwe zêde dikin û ji bo firehkirina kapasîteya sanayiya parastinê em bi biryar in ku bi hev re bixebitin

*NATOˊyeke xurt Ewropayeke xurt e. Mutefîkên Ewropa û Kanada dê ji bo parastinê bi Amerîkayê ve bêhtir berpirsyariyan bigirin

*Ji nû ve bi çekkirina NATOˊyê, dê lêçûna 139 milyar dolarên sala 2025ˊan, ji bo tedarîka parastina nû û hişê çêkirî xerçkirina 50 milyar dolar

*Piştgiriya ji bo Ukraynayê dê berdewam bike: Ji bo sala 2026an sozek ji bo alîkariya leşkerî ya 70 milyar euroyî hatiye dayîn.

*Bang li Îranê: Ji wê hatiye xwestin ku çekên nukleerî nestîne û rêz li azadiya navîgasyonê li Tengava Hurmuzê bigire. Li ser vê yekê hemû endamên NATOˊyê li hev kirine.