Encamnameya civîna şêxên Durziyan aşkera bû

Şêxên Durzî yên Civata Misilmanên Miwehidîn û rûspiyên olî xwest endamên hêzên ewlehiya hundirîn ji şêniyên Siwêdayê bin û radestkirina çekan di vê demê de red kir. Her wiha banga rakirina dorpêça li ser herêmên Durziyan kirin.

Encamnameya civîna şêxên Durziyan aşkera bû
2 gulan, 2025   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêxên Durzî yên Civata Misilmanên Miwehidîn û rûspiyên olî û şêniyên Durzî duh êvarî civînek li dar xist. Rêberê ruhanî yê Civata Misilmanên Miwehidîn Şêx Hikmet El Hicrî, şêx Yûsif El Cerbiû, Hemûd El Henawî, Hesen El Etreş, Yejya Amir, Akif Hinêdî, Wesîm Îzedîn û nûnerên komên çekdar ên xwecih beşdarî civînê bûn.

Piştî civînê jî daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku ew parçebûn û cudabûna ji Sûriyeyê, her wiha radestkirina çekan bo desthilata Şamê red dikin.

Civîn bi van daxwazan bi dawî bû:

- Divê bilez hêzên ewlekariyê yên hundirîn û saziya edaletê werin aktîfkirin. Divê endamên wan ji şêniyên parêzgeha Siwêdayê bin.

-  Divê bi lez dorpêça li ser Ceremana, Sehnaya û Eşrefiya Sehnaya were rakirin û jiyana asayî vegere.

-  Parastina rêya Şam-Siwêdayê ji aliyê desthilata Şamê ve were mîsogerkirin.

- Divê li tevahiya Sûriyeyê şer were rawestandin.

(bb)