Emîne Bêrem kongreya Meclisa Jinan a PYD`ê nirxand

Endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Emîne Bêrem diyar kir ku Meclisa Jinan di kongreya xwe de, girîngî daye hewldanên lidarxistina têkiliyên xurt bi jinan re û xurtkirina birêxistinkirina jinên ciwan û gelek bendên din ên girîng.

Emîne Bêrem kongreya Meclisa Jinan a PYD`ê nirxand
Emîne Bêrem kongreya Meclisa Jinan a PYD`ê nirxand
21 tebax 2024   13:38
HESEKÊ

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîne Bêrem 3`yemîn Kongreya Meclisa Jinan a PYD`ê nirxand û behsa armancên pêşerojê yên meclisê kir.

Meclisa Jinan a PYD`ê duh kongreya xwe ya 3`yemîn bi dirûşma "Fesefeya jin, jiyan, azadî misogeriya civaka exlaqî ya siyasî û demokratîk e" li dar xist. Di kongreyê de 32 endam ji bo Meclisa Giştî hatin hilbijartin û gelek pêşniyar hatin kirin, rewşa rêxistinî û siyasî ya meclisê ya 2 salan hate nirxandin.

PÊŞXISTINA MEKANÎZMAYA KARÊ MECLISÊ Û BIRÊXISTINKIRINA JINÊN CIWAN

Emîne Bêrem diyar kir ku nîqaşên di kongreyê de hatine kirin, teqezî bi girîngiya pêşxistina mekanîzmeya karê meclisê kirine ji bo ku birêxistinkirina jinan bi pêş keve û têkoşîna wê di civakê de bê mezinkirin.

Emîne destnîşan kir ku di kongreyê de mijara sereke, têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û birêxistinkirina jinên ciwan bû ji ber ku herî zêde rûbirûyî şerê taybet e û ew pêşeroja civakê ye.

TÊKILIYÊN XURT

Emîne îşaret pê kir ku mijareke din a girîng hebû ew jî xurtkirina têkiliyan di navberajinan de ne tenê yên sûriyeyî lê belê tevahî lêgerên azadiyê û yên serxwebûnê armanc dikin. Emîne diyar kir ku di vê mijarê de jinan li hev kir ku bingeha van têkiliyan ramanên Rêber Abdullah Ocalan bin.

Emîne wiha domand: "Di kongreyê de behsa tecrubeya jinan di şoreşa Rojava de û pêvajoyên şoreşê hate kirin."

DÎTINA ÇARESERIYAN JI PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ RE

Emîne da zanîn ku di kongreyê de sûcên li dijî jinan, pirsgirêkên civakî yên ku rê li pêşiya pêşxistina civakan digirin hatine bibîrxistin û nîqaşkirin. Emîne diyar kir ku di nîqaşên xwe de hewl dane çareseriyan ji pirsgirêkan re peyda bikin bi rêya xurtkirina eniya jinan û zêdekirina zanabûna civakê di vî warî de.

Di dawiyê de Emîne Bêrem aşkera kir ku Meclisa Jinan dê xwe ji vê bêtir di aliyê siyasî de bi rêxistin bike, da ku modeleke siyasî ya demokratîk pêşkêş bike û şopandina partî û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.

(şx)

ANHA