Emîn Elîko: Dirûşma şoreşê `gelê Sûriyeyê yek e` li benda vejandinê ye

Nûnerê PYD`ê yê Şamê Mihemed Emîn Elîko got: “Naveroka dirûşma `gelê Sûriyeyê yek e`, li benda rewabûneke nîştimanî ye ku wê vejîne. Lihevkirina 10`ê Adarê ya di navbera QSD û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, ji bo yekitiya Sûriyeyê tovika hêviyê ye.”

Emîn Elîko: Dirûşma şoreşê `gelê Sûriyeyê yek e` li benda vejandinê ye
25 tebax, 2025   03:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê Şamê Mihemed Emîn Elîko der barê rewşa Sûriyeyê de wiha axivî: “Kêliya ku sala 2011`an qirikan `yek e yek e yek e gelê Sûriyeyê yek e` berz kiriye, nebzê nîştimanî û peyama li dijî rejîmê bû yê ku gelek serdeman parçebûn geş kir.”

Elîko wiha domand: “Ew slogan, ne tenê dirûşm bû, lê belê xewnê her kesî bû ku Sûriyeya nû ya azad, adil û yek bi dest bixin bû. Lê geşedanên niha, ev dirûşm di dilê her kesî de kir hesret an jî bû xeyalek ku ditirsin ji dest bidin.”

Elîko diyar kir ku gelek faktoran, parçebûn kûrtir kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Siyaseta sîstematîk ên rejîmê di derxistina fitneyê de û bikaranîna wê ji bo qelskirina yekitiyê. Destwerdanên hêzên herêmî nakokî û pirsgirêkên li welêt kûrtir kirin. Şer, berbelavbûn, di navbera sûriyeyiyan de dûrbûneke derûnî û erdnîgarî çêkir. Nebûna xîtabeke nîştimanî ya komker û pêşengiyeke durist ku hêviyên her kesî temsîl bike, ev hemû parçebûn kûrtir kir.”

Tevî van nirxandinan jî lê Elîko geşbîn e û got di çîrokên penaberan, însiyatîfên sivîl, stran, tablo, nivîs û çavên zarokan de hîna “çirûsk venemiriye” û diyar kir ku dirûşma “yek e yek e yek e” li benda vejandinê ye.

Elîko lihevkirina 10`ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, ji bo vegerandina “giyanê sûriyeyî” bi gav û delîl navand ku sûriyeyî her çiqas cih û şepêlên wan cuda bin, lê dikarin li ser masayekê rûnin û ji nû ve pirên baweriyê dûrî destwerdanên derve, ava bikin.

Li gorî Elîko lihevkirina 10`ê Adarê, tovika hêviyê ye ku dê veguhere projeyeke nîştimanî ya komkar a ku giyanê “gelê Sûriyeyê yek e” vedijîne.

Ji bo bidestxistina vê dirûşmê Elîko behsa 5 xetên pêwîst kir û got: “Divê rewşa halê hazir û parçebûna heyî bê naskirin. Dûre bi diyalogê bê çareserkirin. Xîtabeke nîştimanî ya komkar a dûrî partiyan û taîfeyan bê sazkirin ku serê pêşîn mirovê sûriyeyî muxateb digire. Her wiha însiyatîfên çandî, perwerdeyî û çapemenî yên ku nirxên hemwelatîbûnê, pirrengiyê û jiyana hevbeş disepînin, xurttir bikin. Bi rêya hevdîtinan û xebatê sivîl ê rojane, baweriyê ava bikin. Nifşê nû tev li çêkirina xewnê bikin û wî li ser fikrê `Sûriye têra hemûyan dike` mezin bikin.”

Mihemed Emîn Elîko di dawiyê de got: “Bidestxistina vê dirûşmê ne çetin e. Ev dirûşm, gotina herî durist e ku ji devê sûriyeyiyan derketiye. Ji bo ku bê vejandin, divê veguhere projeyeke siyasî ya nîştimanî û komkar.”

(şx)

ANHA