Li Reqayê şervanê QSD’ê Yehya El Tehiş hate oxirkirin

Şêniyên Reqayê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk Yehiya Mihemed El Tehiş oxir kirin. Şêniyan di merasîma oxirkirinê de piştrast kirin ku xwîna şehîdan vala naçe û dê rêya wan heta serketinê bi dest bixin, bidomînin.

Li Reqayê şervanê QSD’ê Yehya El Tehiş hate oxirkirin
Li Reqayê şervanê QSD’ê Yehya El Tehiş hate oxirkirin
Li Reqayê şervanê QSD’ê Yehya El Tehiş hate oxirkirin
Li Reqayê şervanê QSD’ê Yehya El Tehiş hate oxirkirin
Li Reqayê şervanê QSD’ê Yehya El Tehiş hate oxirkirin
Li Reqayê şervanê QSD’ê Yehya El Tehiş hate oxirkirin
Li Reqayê şervanê QSD’ê Yehya El Tehiş hate oxirkirin
Li Reqayê şervanê QSD’ê Yehya El Tehiş hate oxirkirin
Li Reqayê şervanê QSD’ê Yehya El Tehiş hate oxirkirin
24 tebax, 2025   21:39
REQA

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, meclisa Kombûna Jinên Zenûbya, şêx û rûspiyên eşîran û partiyên siyasî li goristana şehîdan a Hikumiye cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Yehya Mihemed El Tehiş oxir kir.

Piştî merasîma leşkerî ji fermandarên QSD’ê Arif Mesteriya axivî û diyar kir ku ew bi navê hemû hevalên Lîwayê El Şemal a Dîmokratîk û Meclisa Leşkerî ya Reqayê sersaxiyê didin malbata şehîd.

Arif wiha domand: “Şehîd Yehya  kedeke mezin di foçên leşkerî de daye. Bi çalakbûn û duristbûna xwe di nava hevalên xwe de navdar bû.”

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ehmed El Şêx axivî û got: “Şehadet, fedakariya di oxira welêt de gelek girîng e, Em ê li ser soza xwe bin û şopdarên şehîdên xwe bin.”

Piştî ku wesîqeya şehadetê ya şehîd hate xwendin radestî malbata wî hate kirin. Dûre piştî nimêja cenazeyê, girseyê cenazeyê şehîd di nava dirûşmên “Bi can û xwîn em bi te re ne ey şehîd" spart axê.

(ac/şx)

ANHA