Nadine Menza beşdarbûna kujerê Hevrîn Xelef di siberoja Sûriyeyê de rexne kir

Seroka Komîsyona Navneteweyî ya Bawerdîn û Baweriyan û Lêkolînera Navenda Wilson a Amerîkî Nadine Menza beşdarbûna kujerê Hevrîn Xelef di siberoja Sûriyeyê de rexne kir.

Nadine Menza beşdarbûna kujerê Hevrîn Xelef di siberoja Sûriyeyê de rexne kir
30 ÇILE, 2025   18:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Nadine Menza li ser rûpelên xwe yên Xˋê û Facebookê nivîsek par vekir. Nadine di nivîsa xwe de beşdariya serçeteyê Ehrar El Şerqiye Hatim Ebû Şeqra (Ehmed Îhsan Feyad El Hayis) ê kujerê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef di siberoja Sûriyeyê de rexne kir.  

Nadine got, "Sosret e ku Hatim Ebû Şeqra (Ehmed El Hayis) ê di lîsteya cezayên Amerîkayê de ye di şahiya serkeftinê de biaxive."

Nadine wiha domand: "Li dijî El Şeqra û milîsên Ehrar El Şerqiye yên Ceyş El Wetenî ceza hatine ferzkirin. Ji ber ku sûc kirine, jin û zarokên êzidî firotine. El Şeqra bi qetilkirina Hevrîn Xelef di dema êrişên dewleta Tirk ên 2019ˋan de, tawanbar e."

Nadine wiha li gotina xwe zêde kir: "Em ji bo serkeftina Sûriyeyê dixebitin, lê ev yek ji bilî beşdariya pirrengiya dewlemend a tevahî civakên olî û etnîkî yên li welat, ne pêkan e."

Nadine li ser Facebookê diyar kir ku ew ji ber hevdîtina bi malbata Hevrîn û Partiya Sûriya Pêşerojê re şanaz e. Ji ber ku partiyê li ser pêkanîna yekitiyê di navbera Ereb, Kurd û xiristiyanan de xebat da meşandin.

Dayika Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa jî beşdariya kujerê keça xwe di civîna xwe li Şamê çêbûye de bi tundî şermezar kir û bi rêya ajansa me bang kir ku divê ew yekser ji Sûriyeyê derkeve û têkildarî sûcên kirine were cezakirin.

(fr)