‛Em hewl didin jiyaneke ewle pêk bînin û kesayetên dîsplînkirî bigihinin’

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku endamên nefsxerab ên ku bertîl li xalên kontrolê ji şêniyan werdigirtin girtin û got ew hewl didin jiyaneke ewle ava bikin, kesayetên dîsplînkirî û rêzê ji zagonan re digire bigihînin.  

‛Em hewl didin jiyaneke ewle pêk bînin û kesayetên dîsplînkirî bigihinin’
10 nîsan, 2025   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û got wan kesên nesfxerab ku bertîl ji gel werdigirtin girt û hewl didin kesayetên dîsplînkirî û rêzê ji zagonê re digirin bigihînin.

Daxuyanî wiha ye:

"Rejîma serdest li herêma me û li Sûriyeyê bi gihîştî çandek afirandibû ku xwe wekî exlaqî nîşan dida, lê di naverok û rastiya xwe de ji exlaqê dûr bû. Li gorî nêzîkatî û siyaseta xwe her tiştê ne baş pêşkêş kir ku exlaqî ye. Vê yekê bandoreke neyênî li ser herêmên me û saziyên me yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşeke ji van saziyan e û li dijî tevahî hewlên ku me ji çand û exlaqê civakê me dûr dixin disekinin û her tim hewl didin jiyaneke ewle ji gelê xwe re bi rêya parastina wan û avakirina kesayetên dîsplînkirî û rêzê ji zagonê re digire, bigihînin.

Di vê dawiyê de hin endamên me yên nefsxerab li ser xalên kontrolê bertîl girtin û bi gel re dan û standinên ne layiq kirin. Bi wê re hewl da derbeyê li hêzên me yên ewlehiyê bidin û zirarê bigihînin fedakariyên şehîd û gelê me.

Ji ber binpêkirina çand û exlaqê civaka me, ev kesayetên zeîf û bê îrade hatin girtin û ji bo darizandinê radestî cihên pêwendîdar hatin kirin.

Em Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li gelê xwe dikin ku eger kesayetên bi vî rengî li nuqte û bendên kontrolê bibînin, xwe bighînin navendên me yên nêzîk yan jî bi rêya telefonan me agahdar bikin."

(fr)