Bi şanoya Şehnazê perdeya Festîvala Şehîd Yekta Herekol hat daxistin

Bi pêşandana şanoya Şehnazê perdeya pêşkêşkirina şanoyan a Festîvala Şehîd Yekta Herekol hat daxistin.

10 nîsan, 2025   22:47
QAMIŞLO

Festîvala 7'an a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol di 27'ê Adarê de dest pê kir. Ji ber Cejna Remezanê û cejna Ekîto festîval hat sekinandin û di 5'ê Nîsanê de ji nû ve dest pê kir. Festîval bi dirûşma "Welatparêzê rastîn hunermendekî wêrek e" û bi beşdariya komên ji Rojhilatê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û komek ji bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê hat lidarxistin.

Di piraniya lîstikên ku di festîvalê de hatine pêşkêşkirin de, pirsgirêkên civakî, pirsgirêkên jinan û trajediya ku di dîroka gelê Kurd de derbas bûye hatin pêşkêşkirin.

Îro jî di roja dawîn a pêşkêşkirina şanoyan de koma Şehnazê ya Qamişloyê lîstika dawîn a ji nivîs û derhêneriya Welîd Omer, pêşkêş kir.

Di lîstikê de 2 karakter hene, yek a jineke zewicî ye, di nexweşxaneyekê de hemşîretiyê dike û ya din jî jineke ji hunermendî û şanogeriyê hez dike ye.

Dapîr û malbat bi çavekî biçûk li karaktera ji şanoyê hez dike dinêrin û jê dixwazin dev ji xewnên xwe berde û lîstina li ser dikeyê heram û gunehek e, lê ew ji wan dixwaze ku xewnên xwe li ser dikeyê pêk bîne. Ji ber ku şano edaletê, êşên civak û jinê pêşkêş dike û çareseriyên guncaw ji van pirsgirêkan re dibîne.

Şanoger dixwaze di cîhana sînemayê de mezin bibe, lê malbat û civaka wê zextê lê dikin ku karê xwe rawestîne. Her wiha cîran jî di nav xwe de bi ne başî li ser karê wê diaxivin û dibêjin çawa jineke ciwan şanoyan li pêş girseyê pêşkêş bike.

Şehnaza ku dixwaze behreyên xwe li ser dika şanoyê derxe, ji aliyê malbatê ve tê astengkirin. Ji birayê wê re her tişt rewa ye û ji wê re qedexe ye, ji ber ku jin e û civak jî bi nêrîneke kêm li jinê dinêrin.

Şîzofrenî li cem Şehnazê heye, kesayeta yekemîn xwedaxistin e û ya duyemîn li hember rewşa heyî li ber xwe dide, dixwaze şano û sînemayê bixwîne û fikra zewacê red dike. Lê hemû hewldanên wê bi bin dikevin û nikare ji bin qalibê civakê rabe.

Şehnaz wekî hemşîre jiyana xwe didomîne û peyameke wiha digihîne girseyê ku hişmendiyên wiha hene ku tu girîngiyê nadin jinan û dixwazin jin kole bin. Axaftina jinan û tinazekirinên di nav civakê de hiştin Şehnaz ji xewnên xwe bêpar bimîne.

Festîvala Şehîd Yekta Herekol sibe saet di 17:00'an de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo bi xelatkirina komên beşdar, bi dawî dibe.

(mh/fr)

ANHA