Sersaxî ji malbatên şehîd Mazlûm û Zulfeqar re hat xwestin

Bi dehan şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbatên şehîd Mazlûm Yekta û Zulfeqar Qamişlo re xwestin û soza domandina rêya şehîdan da.

10 nîsan, 2025   18:56
QAMIŞLO

Îro li pêşiya mala Şehîd Zulfeqar Qamişlo, konê sersaxiyê hate vedan. Wêneyên herdû şehîdan Mazlûm Yekta û Zulfeqar Qamişlo û yên Rêber Abdullah Ocalan, ala Meclisa Malbatên Şehîdan li bin kon hatibûn daliqandin. 

Şervanê QSD’ê Zulfeqar Qamişlo (Mihemed Mihemed) di 25’ê Çileyê de li Eyn Îsayê şehîd bûbû û gerîlayê HPG’ê Mazlûm Yekta (Mihemed Şêx Hemdî) di 15’ê Sibata îsal de li Qendîlê şehîd bûbû.

Di merasîma sersaxiyê de girseya gel û nûnerên saziyên civaka sivîl amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şadiya Îbrahîm axivî. Şadiya di serî de sersaxî ji her dû malbatên şehîdan re xwest û got: "Em amade ne şer bikin û xwe pibarêzin, her wiha fedakariyên şehîdên xwe û destekeftiyên wan biparêzin."

Şadiya wiha dewam kir: "Bila dijman baş zanibe êdî tu kes nikare îradeya vî gelî bişikîne, ev gel xwedî fikr û felsefeyekê ye, wê tu carî paş de gav neavêje."

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo ya girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Nezîr Sofî axivî û got: "Bi fedakariya van lehengan îro em li ser vê xakê dijîn. Em ê hetanî dawiyê rêya şehîdan xwe bişopînin."

Li aliyekî din jî endamê Partiya Yekitiya Demokratî (PYD) Mihemed Xêr Elîka got: "Bi saya şehîdên weke Mazlûm û Zulfeqar em gihîştine vê pêvajoya hanê. Berxwedana şervanan a li Bendava Şehîdan, Bendava Tişrînê destan ava kirin. Gel li kêleka hêzên xwe bûn û gotin em bendavê bernadin."

Her wiha endama Kongra Star Madya Mihemed got: "Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin. Îro her kes ji bo parastina ax û rûmeta xwe amade ye canê xwe bide."

Di dawiyê de wesîqeyên her dû şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(ex/fr)

ANHA