‘Em di berxwedan û serkeftinê de bi israr in’

Şêniyên Qamişlo û Amûdê piştgiriya xwe bi şervanên parêzvanên bajaran re anî ziman û got "Em hene, xwedî hêz û rûmet in. Em ê xwe biparêzin. Em di berxwedan û serekftinê de bi biryar in."

‘Em di berxwedan û serkeftinê de bi israr in’
‘Em di berxwedan û serkeftinê de bi israr in’
‘Em di berxwedan û serkeftinê de bi israr in’
‘Em di berxwedan û serkeftinê de bi israr in’
24 ÇILE, 2026   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê di saetên serê sibehê de bi sedan kes ji bo ku tev li berxwedana Hesekê bibin, bi karwanekî mezin ê wesayîtan derketibûn rê. Karwan gihaşt Hesekê û ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin.

Der barê mijarê de şêniyên ji Qamişlo û Amûdê ji ajanse me re axivîn.

Şêniyan diyar kir ku çûna wan a Hesekê ji bo piştgiriya şervanên li eniyên şer û bilindkirina morala wan e. Her wiha destnîşan kirin ku armanca wan piştgiriya seferberiya giştî û xurtkirina hevgirtina gel a li hemberî gefên li ser ewlehiya herêmê ye.

Ebdulhemîd Mihemed Letîf ê ji Qamişloyê got: "Em di seferberiyê de ne. Em diçin Hesekê da ku piştgiriya berxwedana wan bikin. Em ê li kêleka şervanên xwe yên li eniyên şer bin. Komplo li dijî hebûna me hene. Lê wekî gelê Kurd em ê heya dawî xwedî li doza xwe derkevin û erdê xwe biparêzin."

Nadira Îbrahîm ku ji koçberên Serêkaniyê diyar kir ku ew bi armanca piştgiriya şervanan diçin Hesekê û ev li goitnên xwe zêde kir: “Em bi hêzên xwe û yekrêziya Kurdî re ne. Em ê heya dawiyê piştgiriya hêzên xwe bikin.”

Parêzer Mihemed El Neîmî diyar kir ku karwan ji bo piştgiriya şervanên YPJ, YPJ û QSD û sivîlan çûye Hesekê û got: "Seferberî li dijî zêdegaviyên li Rojava û ji bo rawestandina qirkirinan hatiye ragihandin.”

El Neîmî bi domdarî got: “Em hemû bi mezin û biçûkna ji bo rawestandina qirkirinan di amadebeşiyê de. Em xwedî hêz û rûmet in. Em ê xwe biparêzin. Em di berxwedan û serkeftinê de bi biryar in.”

(b)

QAMISLO

AMUDE