5 hezar malbatên koçber gihaştine Qamişloyê û pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye

Bi hezaran malbatên koçber ji bajarên Tebqa Reqa û Şedadê ku ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî reviyane, gihaştine Qamişloyê. Rêveberiya Xweser jî ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan hemû saziyên xwe seferber kirin.

5 hezar malbatên koçber gihaştine Qamişloyê û pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye
5 hezar malbatên koçber gihaştine Qamişloyê û pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye
5 hezar malbatên koçber gihaştine Qamişloyê û pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye
5 hezar malbatên koçber gihaştine Qamişloyê û pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye
5 hezar malbatên koçber gihaştine Qamişloyê û pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye
5 hezar malbatên koçber gihaştine Qamişloyê û pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye
5 hezar malbatên koçber gihaştine Qamişloyê û pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye
5 hezar malbatên koçber gihaştine Qamişloyê û pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye
5 hezar malbatên koçber gihaştine Qamişloyê û pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye
24 ÇILE, 2026   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser ragihand ji dema ku çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ketine deverên Reqa, Tebqa û Şedadê, zêdetirî 5 hezar malbat ji wan deveran koçberî Qamişloyê bûne.

Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê hemû saziyên xwe seferber kirine da ku koçberan bi cih bike û pêdiviyên wan ên bingehîn peyda bike.

Her wiha rêveberiyê komîteyên taybet ji bo pêşwazîkirin û bicihkirina malbatên koçber ava kirin, di heman demê de hin komîte jî bi belavkirina alîkariya mirovî hatine erkdarkirin.

Komîteya têkildarî kar û barên koçberan diyar kir ku derfetên wan têra hejmara zêde ya koçberan nake û da zanîn ku pêdivî bi piştgiriya lezgîn heye, ji ber ku pêla koçberiyê dewam dike.

Her wiha çend rêxistinên li derveyî welêt, wekî Rêxistin Xêrxwaziyê ya Barzanî ji Başûrê Kurdistanê û rêxistinên navxweyî, li gel însiyatîfên ciwanan, jinan û civakê jî alîkariyê peyda dikin, lê ev hewldan têrê nakin.

(k)