Di salvegera 10ˊan a Komkujiya Şiêtat de bangên hevgirtinê

Beşên civakî di salvegera 10ˊan a Komkujiya Şiêtat de banga hembêzkirina QSDˊê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir.

Di salvegera 10ˊan a Komkujiya Şiêtat de bangên hevgirtinê
7 tebax 2024   07:25
REQA
ENES MIHEMED

Di Tebaxa 2014ˊan de, piştî eşîra Şiêtat red kir ku xwe teslîm çeteyên DAIŞˊê bike, di komkujiyeke hovane re derbas bû. DAIŞˊê ew komkujî li rojhilatê bajarê Dêrazorê pêk anî.

Piştî çeteyên DAIŞˊê di Hezîrana 2014ˊan de Mûsil kontrol kir û ˊXîlafeta Îslamîˊ di 29ˊê Hezîrana 2014ˊan de ji mizgefta El Nûrî ya Mezin a Mûsil ragihand, êrişên xwe zêde bûn ku ber bi Sûriyeyê ve hatin. Lê dema xwestin bikevin Dêrazorê xelkê eşîra Şiêtat a Ereb li hember DAIŞˊê sekinî.

Eşîra Şiêtat yek ji eşîrên êla Igêdat a li keviyên bakurê çemê Firatê yê li rojhilatê kantona Dêrazorê belav bûye. Hejmara wê li gorî serjimariya 2010ˊan digihîne zêdetirî 100 hezarî. Her wiha yek ji eşîrên cihê xwe di tevgera aştiyane li Sûriyeyê de di 2011ˊan de girt û banga hilweşîna ˊrejîma Sûriyeyêˊ kir. Ji ber ku herêmên wan hatibûn paşguhkirin.

Di Tîrmeha 2014ˊan de çeteyên DAIŞˊê herêma Şihêl a Dêrazorê kontrol kir û bi darê zorê xelkê Şihêl bi dirêjahiya 2 hefteyan koçber kir. Piştre şer li herêmê zêde bû. Çeteyên DAIŞˊê dest bi hemleya tolhildanê li dijî eşîra Şiêtat a ku teslîmbûyîn red kiriye, kir. Fetweya êrişê, Ebû Ebdullah El Kiwêtî da ku xelkê Şiêtat ji xelkê tesmlîbûyê red dikin, nabe peymana bi wê re bê danîn, dîlên wan ne bi pere ne jî bi tu rêbazan werin berdan. Nabe goştê lawirên ew serjê dikin were xwarin, nabe kes bi jinên wan re bizewice, kuştina dîlên wan rewa ye û kuştina kesên ji wan direvin rewa ye. Her wiha kuştina birîndaran jî rewa ye, heta ew dest bi şer nekin jî, divê şerê wan were kirin."

Piştî fetweyê, çeteyên DAIŞˊê zêdetirî 50 karker ji bajarokê Şiêtat ku li zeviyê Tenik ê petrolê li rojhilatê Dêrazorê dixebitin girtin û darve kirin.

Hefteya yekemîn a Tebaxê çeteyên DAIŞˊê ragihand ku bajarokê Ebû Hemam herêmeke leşkerî ye, rê girtin û êriş kirin. Piştî 5 rojan çeteyên DAIŞˊê çeteyên DAIŞˊê bajarokê Ebû Hemam, bajarokên Keşkiye û Xeranîc kontrol kirin, bi hezaran sivîl ji wan herêman ji ber tirs û hovîtiya DAIŞˊê reviyan.

Li gund û bajarokên eşîra Şiêtat komkujî pêk hatin û heta bi gelek herêmên din jî çû. Komkujî ji gundewarên bakur, bakurê rojhilatê Dêrazorê de pêk hatin. Çeteyan gund û bajarokên Ebû Hemam, Keşkiye, Xeranîc, Ebû Herdob heta bi bajarokê El Behra hedef girtin. Çeteyan rê girtin, avahî hedef girtin û gelek mêrên Şiêtat weke dîl, revandin.

Li gorî raporan, hejmara çeteyên DAIŞˊê qetil kirine ji nav mêr û jinan hezar û 700 derbas kir û zêdetirî hezar kesî revandin û ew bi awayekî komî hatin bidarvekirin. Çeteyan rêbazên herî hovane ji bo tirsandina şêniyan bi kar anîn, qurbanî di gorên komî de veşartin û nehiştin tu sersaxî çêbin.

Piştî van sûc û komkujiyan, gelek ferdên eşîra Şiêtat revîn cihên herî ewle, mîna herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê. Bi wê re mozaîka civakî û çandî ya êlê hat wêrankirin. Vê komkujiyê hêza eşîrê ya berxwedanê lawaz kir, wê jî hişt DAIŞ hebûna xwe li herêmê bi demekî dirêj xurt bike.

Rûspiyê eşîra Şiêtat Ebdurehman El Dixêfiç der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: "Civata navneteweyî ev sûca hovane şermezar kir û li ser hin platform û civînên navneteweyî de bi awayekî mezin hat şermezarkirin, di serî de NYˊyê komkujî şermezar kir."

El Dixêfiç wiha domand: "Hîna nêrînên tundraw li gel kesên fikra qetilkirina mirovan û hilweşandina şaristandiyan rakirine, hene."

El Dixêfiç wiha li gotina xwe zêde kir: "Mijara herî girîng jî ew e ku pêwîst e hevgirtina navneteweyî û herêmî ji bo têkbirina vê fikra tundraw hebe. Divê civaka nû digihîne piştgiriya lojîstî, derûnî û leşkerî ji bo sekna li hember tundrawên bi awayên çetetî yan jî komên cuda tev digerin, da ku tevliheviyê çêkin, were dayîn."

Bi rizgarkirina Dêrazorê ji çeteyên DAIŞˊê di Adara 2019ˊan de û demezrandina Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji nû ve hevgirtina nîştimanî û mozaîka civakî derket pêş.

Bi destpêka 2024ˊan re vejandina çeteyên DAIŞˊê li beyarê Sûriyeyê û hewldana vegera wê çêbû. Di êrişên xwe yên ji destpêka salê de 478 kes ku piranî wan ji hêzên hikumeta Şamê ne kuştine. Her wiha li kantonên Reqa û Dêrazorê û bajarê Hesekê êrişên şaneyên çeteyan zêde bûn.

ˊJI BO TÊKOŞÎNA DIJÎ TERORÊ BANGÊN HEVGIRTINA HERÊMÎˊ

El Dixêfiç banga piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bidawîkirina dorpêçê li ser herêmê, vekirina korîdoran ji bo derbasbûna xwarin, dermanan kir ku ewlehî û îstîqrara li herêmê geş be û wiha pê de çû: "Divê rêxistinên girêdayî kar û barên derûnî hebin da ku bandorên terorê, zextên derûnî û fîzîkî li ser vê civakê hatine çêkirin, derman bikin."

Hevserokê Desteya Çandê û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqa Hesen Mistefa axivî û got: "Divê gelên herêmê der barê van sûcan hişyar bin, nexasim di van rojên dawî de şaneyên çeteyên DAIŞˊê belav bûne, gelek şêniyên herêmê hedef girtin û nuqteyên leşkerî armanc kirin."

Mistefa wiha domand: "Armanca ji van êrişan diyar e. Ew jî tirsê bixin nava şêniyên herêmê û wan ji malên wan bidin koçberkirin."

Mistefa diyar kir ku tiştê dikeve ser milê gelên herêmê têkiliyên xwe bi hev re bi pêş bixin, hevbendiyên êlan ên xurt ava bikin da ku nehêlin mîna van şaneyan tev bigerin û hewldanên wan ên tevliheviyê têk bibin.

Mistefa wiha dawî li gotina xwe anî: "Hembêzkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) rêbaza yekane ya têkbirina sicila çeteyên DAIŞˊê û têkbirina wan di aliyê erdnîgarî de ye. Divê di nava gelên herêmê de hişyarî belav be, nekevin pey planên terorîst. Divê îqna bin ku çeteyên DAIŞˊê ji dema borî ne û tiştê niha pêk tê tenê komên terorîst in û em dikarin bi yekitiyê û hevgirtinê wan têk bibin."

Komkujiya Şiêtat di dema serweriya çeteyên DAIŞˊê de şahidê hovîtiya DAIŞˊê bû. Ev komkujî parçeyekî mezin ji krîza Sûriyeyê ye û bandora wê li ser sivîlan wêranker e. Pêdiviya vê jî bi sekneke xurt li dijî tundrawî û tundiyê heye."

(fr)

ANHA