‛Em bi hêvî ne şandeya Kurdî mafên Kurdan misoger bike’

Şêniyên Amûdê piştgiriya xwe ji şandeya Kurdî re ya ji bo diyaloga bi desthilata Şamê re, nîşan da. Şêniyan diyar kir ku çareseriya siyasî rêya herî herî guncaw a ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd e, ku xizmetî berjewendiyên gelê Kurd û tevahî Sûriyeyê dike.

‛Em bi hêvî ne şandeya Kurdî mafên Kurdan misoger bike’
13 hezîran, 2025   07:35
AMÛDÊ
SÎMAV MEHMÛD

Şêniyên bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê piştgiriya xwe ji bo avakirina şandeya Kurdî di 4’ê Hezîranê de ya ji bo diyaloga bi desthilata Şamê re nîşan da û hêvî kir ku encamên erênî bi dest bixe.

Welatî Zubeyr Îbrahîm geşbîniya xwe ya mezin ji bo erka şandeya Kurdî nîşan da û ew wekî firseteke dîrokî ji bo Kurdan dît, ku piştî salên êş û zehmetiyan di bin hukumraniya rejîma Baas’ê de, mafên xwe yên rewa bi dest bixin.

Îbrahîm wiha got: "Divê girîngiya dan û standinê ew be ku mafên Kurdan di destûrê de di bin çavdêriya civata navneteweyî de werin misogerkirin. Ew jî; di destûrê de zimanê Kurdî weke zimanê fermî were naskirin ku nasnameya Kurd nîşan dide, pergala nenavendî ya ku mafên tevahî pêkhate û kêmneteweyan misoger dike pêk bê û destkeftiyên Kurdan ku bi fedakariyên mezin hatin bidestxistin werin parastin."

Îbrahîm destnîşan kir ku hêviyên wan bi şandeya Kurdî ve girêdayî ye û hêvî kir ku di vê diyalogê de Kurd tevahî mafên xwe yên rewa bi dest bixin.

Li aliyekî din jî welatî Hatim Xelîl jî diyar kir ku ew bawer e ku wê diyalog bi xwe re encamên erênî bîne û got: "Hêviya me ew e ku encamên erênî ji diyalogê derkevin û şande bi mizgîniyên xweş vegere, aştiya adilane pêk bê, siberojeke hevbeş ji bo tevahî Sûriyeyiyan di çarçoveya Sûriyeya nû ya pirreng û demokratîk de misoger bibe."

Welatî Hemdiye Ebdullah jî got: "Pêwîst e mafên jinan di destûra nû de bên misogerkirin, nexasim piştî destkeftiyên ku jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya fikra Rêber Abdullah Ocalan bi dest xistine."

Hemdiye di dawiyê de xwest ku di navbera her du zaynedaran de, di tevahî aliyên jiyanê de wekheviya giştî hebe, temsîlek adilane ya ji bo jinan di saziyên dewletê de bê kirin, destkeftiyên jinan li herêmên Kurdan weke mînakekê ji bo tevan bên parastin. Hemdiye got: "Jin nîvê civakê ye û nîvê din ê civakê bi rê ve dibe."

(mh/fr)

ANHA