Elî Bendawî: Pêngava PKK’ê dawî li hincetên Tirkiye anî

Parlamenterê Iraqê Elî Bendawî ragihand ku guherîna çalakiyên PKK bi çalakiyên siyasî, hincetên Tirkiye yên ji bo êrişan ji holê radike û got: “Ev pêngava PKK’ê ji bo aramiya herêmê gavek giringe.”

Elî Bendawî: Pêngava PKK’ê dawî li hincetên Tirkiye anî
12 gulan, 2025   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

PKK’ê encama danezana kongreya xwe ya 12’emîn eşkere kir. Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKK’ê fesix kir, têkoşîne çekdarî û karên bi navê PKK’ê têne kirin hemû bi dawî kir. Her wiha Kongreyê şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ragihand.

Derbarê 12’emîn Kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Parlamenterê Iraqê Elî Bendawî ji Rojnews’ê re axivî.

Elî Bendawî got: “Guherîna çalakiyên PKK bi çalakiyên siyasî, hincetên Tirkiye yên ji bo êrişan ji holê radike. Eşkereye êdî ti hincetek ya hebûna hêzên Tirk a li nav xaka Iraqê nemaye.”

Parlamenter Bendawî bang li hikûmeta Iraqê dikim ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gavan bavêje û got: “Ev pêngava PKK’ê ji bo aramiya herêmê gavek giringe.”