Rûspiyên eşîran banga hevgirtina civakên Sûriyeyê kir

Rûspî û şêxên êlên Ereb ên bajarê Tirbespiyê tekez kir ku ew ê pabendî yekitî û hevgirtina gelên herêmê bin ta ku Sûriyeke demokratîk û nenavendî ji bo hemû gelên Sûriyeyê ava bibe.

Rûspiyên eşîran banga hevgirtina civakên Sûriyeyê kir
12 gulan, 2025   15:12
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînek ji bo rûspiyên êlên Ereb û şêxên bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê li dar xist. Di civînê de geşedanên siyasî yên li herêmê, sedem û girîngiya lidarxistina konferansa yekkirina helwesta kurdî, hate gotûbêjkirin.

Civîna ku li salona PYD`ê ya bajêr hate lidarxistin, bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Têkiliyên Giştî ya PYD’ê Silêman Ereb axivî û bal kişand ser girîngiya lidarxistina konferansa ji bo yekrêzî û yekhelwesta kurdî ji bo diyaloga bi hemû pêkhateyên Sûriyeyê û hikumeta Şamê re.

Her wiha got: "Partiya Yekitiya Demokratîk ji destpêka şoreşê ve bi gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xeta sêyemîn hilbijart û bi vê yekitî û siyasetê destkeftiyên girîng bi dest xistin.”

Şêx û rûspiyên eşîran ku beşdarî civînê bûn behsa girîngiya yekitî û tifaqa di navbera civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kir da ku projeya avakirina Sûriyeyeke yekgirtî, demokratîk ji bo hemû gelê Sûriyeyê û bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêk bînin.

(k)