Elewî li Sûriyeyê – 3
Dema tevgera gel 2011’an li Sûriyeyê dest pê kir, piranî elewiyan, ji ber metirsiya çewisandina mezhebî, piştgiriya rejîma Esed kir. Ruxmî hebûna dengê muxalif jî, helwesta elewiyan ji ber sedema çewisandina tund a rejîmê, yekgirtî nema. Bi hilweşîna Esed re di 2024’an de ji hêla HTŞ’ê ve ji ber çewisandinê û mezhebperestiyê şadî vegerî kabûsekê. Bi wê re siberoja elewiyan li Sûriyeyê kete metirsiyê.

ELEWÎ Û ŞOREŞA 2011’AN; HILWEŞÎNA BEŞAR ESED Û AQÛBET
Dema tevgera gel li Sûriyeyê di 2011’an dest pê kir, elewiyan xwe dît ku li pêşberî hevkêşeya hebûneke tund in; yan dê li kêleka rejîma ku ji wan re parastin û serweriya bi salan peyda kiriye bisekinin an jî dê tev li xwestekên kolanan ên banga azadî û edaletê bibin. Di dawiyê de piranî elewiyan piştgirî da rejîma Esed. Ji ber ku tirsiyan rejîma Esed hilweşe û bi destê piranî sunniyan werin çewisandin, bi taybet jî li gel bilindbûna xîtaba mezhebî û hatina komên îslamî yên tundraw ên ji tevahî welatên cîhanê mîna Cehbet El Nusra û rêxistina DAIŞ’ê ku sûcên mezhebî yên hovane li gelek herêm kontrol kirin.
Beşar Esed ev tirsa elewiyan li gorî berjewendiyên xwe bi kar anî û ji pêşeroja elewiyan re dîmeneke reş ava kir ku dema rejîma wî hilweşe. Elewî li pêşberî du bijardeyan hiştin: yan wê di bin hukmê wî ya zordest de bimînin an jî wê bi serketina komên îslamî yên tundraw rûbirûyî aqûbeta xwe ya nenas bimînin.
Ji ber wê, piranî elewiyan sekna li kêlek rejîmê hilbijart heta ku ev bibe dayîna berdêlên giran jî. Di dirêjahiya salên şer de bi deh hezaran elewî hatin kuştin.
Tevî wê jî, helwesta elewiyan a li hember rejîmê bi temamî ne yekgirtî bû, bi wê re dengên muxalif jî derketin û banga guhertinê kirin û siyasetên Esed rexne kirin. Lê ev deng, bi sedema tirsa çewisandina tund ji hêla rejîmê ve hatin paşguhkirin û nikarîn bandoreke mezin li ser rêveçûna bûyeran bikirana.
HETA HILWEŞÎNA BEŞAR ESED
Di sibeha 8’ê Kanûna 2024’an de rejîma Beşar Esed bi destê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û bi piştgirî û plangeriya herêmî û navneteweyî hilweşî. Wê bûyerê di aliyê lezbûna hilweşînê de cîhan matmayî kir. Di 11 rojan de HTŞ’ê gihîşt Şamê û Beşar Esed neçar kir ku bireve Moskovê. Ehmed El Şeri (Ebû Mihemed El Colanî) desthilat kontrol kir û li Qesera Komarê rûnişt û destpêka serdemeke nû ragihand.
Di destpêkê de hilweşîna rejîmê ji aliyê gel ve bi girseyî hat pêşwazîkirin, heta ji hêla mezheba elewî ve hat pêşwazîkirin û diyar kir ku ew ji serdemên desthilat û zordariyê rizgar bûn. Piraniyan piştgiriya xwe ji serdema nû re nîşan da û hêvî kirin ku berbangeke azadî û edaletê hilê. Lê kêfxweşiya wan dirêjî nekir.
Piştire di demeke zûtir de HTŞ’ê avakirina hikumeta veguhêz a yekrengî ragihand û rêzebiryarên bingehîn mîna fesihkirina artêşê û polîsan, karkirina li ser destûra kevin rawestand, partiyên siyasî fesih kirin, karmend ji kar derxistin û bêyî tu mafekî mal desteser kirin.
Piştre kiryarên mezhebî yên sîstematîk li dijî elewiyan hatin pêkanîn. Perestgehên wan ên olî li Helebê hatin xerabkirin, li perava Sûriyeyê di navbera 6 û 10’ê Adara 2025’an de komkujiyên hovane hatin kirin. Di encamê de bi hezaran mêr, zarok û jin hatin qetilkirin.
Hêviyên elewiyan ên rizgarkirina ji desthilatê veguherî kaboseke ji zor û zordestiyê, wê jî hişt ku siberoja wan tarîtir û nediyar be.
SIBEROJA ELEWIYAN BI AVAKIRINA CIVAKEKE PIRRENGIYÊ NAS DIKE VE GIRÊDAYÎ YE
Elewiyên li Sûriyeyê nûnertiya civakeke êşên salên paşguhkirin û çewisandinê kişandine, dikin. Lê bi demê re bûn lîstikvanê navendî di dîmenê siyasî ya Sûriyeyê ya nûjen de, bi taybet piştî hatina Hafiz Esed di 1970’î de li ser desthilatê. Bi wê re, siberoja elewiyan beşek ji mozaîka civakî ya Sûriyeyê ye, bi awayekî mezin xwe dispêre şiyana Sûriyeyê ya pêkanîna lihevkirina niştîmanî ya rasteqîn û giştî. Ev lihevkirin, divê xîtabên mezhebî derbas bike û dewletekê ku xwe dispêre ilmaniyê anku pransîbên helwelatîbûna wekhev û edaleta civakî ava bike û tê de tevahî mezheb û pêkhate bi aştî û ewlehî bêyî tirsa çewisandin an jî tolhildanê bijîn.
Lê pêkanîna vê lihevkirinê, ne tiştekî hêsan e, bi taybet digel mîraseya giran a xwînrijandinê û nefreta ku şerê navxweyî pêk aniye. Pêdivî bi vîneke siyasî ya rasteqîn ji tevahî aliyan û piştgiriya navneteweyî û herêmî heye ku berjewendiya gelê Sûriyeyê di ser tevahî berjewendiyan re bigire.
Di dawiyê de siberoja elewiyan mîna siberoja tevahî sûriyeyiyan bi şiyana welat a derbaskirina boriya xwînrij û avakirina siberojeke bi pirrengiyê nas dike ve girêdayî ye. Tenê bi rêya edalet û wekheviyê wê Sûriye ji vê bablîsoka tund derkeve û siberojeke ewle û îstîqrar ji nifşên nû re misoger bike.
(fr)
ANHA