Dr. Alfred Riachi: Em hêvîdar in Newroz bibe destpêka pêvajoya aştiya rasteqîn

Sekreterê Giştî yê Kongreya Daîm a Fedralîzmê yê ku di Newroza li Lubnanê de beşdar bûye kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku gel bi girseyî beşdarî Newrozê bû û hêvî kir ku Newroza îsal bibe destpêka pêvajoya aştiya rasteqîn.

Dr. Alfred Riachi: Em hêvîdar in Newroz bibe destpêka pêvajoya aştiya rasteqîn
25 adar, 2025   06:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Di şahiyên Newrozê yên îsal de pêkhateyên olî û neteweyî bi girseyî beşdar bûn. Her wiha peyama dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan jî di tevahî pîrozbahiyên Newrozê de xwedî mohreke zelal bû.

Di Newroza îsal de serokên dewletên Ereban û yên cîhanê jî peyamên pîrozbahiyên şandin û tê de hêviyên pêkanîn azadî xwestin.

Ji mêvanên ku di şahiya Newroza sala 2025’an a Lubnanê de beşdar bûne, Sekreterê Giştî yê Kongreya Daîm a Fedralîzmê Dr. Alfred Riachi bû.

Riachi, der barê beşdariya xwe li Newrozê ji ajansa me re kêfxweşiya xwe anî ziman û destnîşan kir ku di Newroza îsal de beşdariyeke girseyî hebû nexasim beşdariya gelek aliyan, çalakvan, desteyên siyasî, partî û gelên din.

Riachi diyar kir ku Newroz xurtkirina çanda gelê Kurd e û hêvî kir ku azadiya Kurdan ji çarçoveya pîrozkirina cejnê wêdetir, di tevahî aliyan de pêk bê.

Riachi hêvî kir ku ev sal bibe destpêka pêvajoya aştiya rasteqîn, avakirina pergalên fedral li gorî pirrengiya gel û pêkhateyan û pêkanîna hevkariyeke xurt di nav gelan de.

(mh/fr)