Komîteya Koçberên Serêkaniyê xwest vegera koçberan berdewam bike 

Komîteya Koçberên Serêkaniyê xwest vegera koçberan a li warê xwe berdewam bike û mercên ewlehî, xizmetguzarî û qanûnî yên vegerê werin mîsogerkirin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê xwest vegera koçberan berdewam bike 
25 îlon, 2026   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi daxuyaniyeke nivîskî banga domandina vegera koçberan li xwe kir  û diyar kir ku divê mercên ewlehî, qanûnî û xizmetguzarî yên pêwîst ji bo bidawîkirina dosyaya koçberan werin peydakirin.

Komîteyê diyar kir ku vegera şêniyan a li herêm û malên xwe mafekî rewa ye û ji bo bicihanîna wê bang kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku şêniyên Serêkaniyê ji salan ve di nava mecên koçberiyê de dijîn, pê re êşên mirovî, civakî û aborî dewam dikin. Hate gotin  gavên pratîkî yên ku bi rêxistinkirina karwanên vegerê dest pê kirin û girtina dibistanên kampa Serêkaniyê hişt ku bi hezarên xwendekarên di kampê de mane ji perwerdeyê bêpar bimînin.

Komîteyê ev bang li aliyên fermî, ewlehî û rêveberê yên Şamê, parêzgarê Hesekê û rêveberiya herêma Serêkaniyê kirin:

"-Vegera karwanên koçberan bi awayekî bi rêk û pêk û ewle bidomînin, lîsteya zelal a koma bê hazir bikin, û dosaya vegerê zelal bikin û taloq nekin.

-Astengiyên sereke yên ku pêşiya vegera bi rêk û pêk û ewle aşkera bikin  û bi lez ji holê rakin. Ji bo mîsogerkirina ewlehî, istiqrarê, gavên pratîkî û şênber ji bo parastina kesên dê vegerin warê xwe û milkên wan biavêjin.

-Mercên guncaw ên vegera şêniyan a li gund, bajarok û taxan peyda bikin. Mal, dikanên bazirganiyê, erdên çandiniyê û milkan li xwediyên wan vegerînin. Her wiha xizmetên bingehîn (Ewlehî, perwerde, tenduristî, ceyran, av, firine) dabîn bikin da ku malbat ewle bin û neçar nemînin carek din warê xwe biterikînin.

-Garantiyên ku careke din êrişî wan û milkên wan neyên kirin, garantiyên ku rêz li maf û rûmeta wan digirin bidin û li gorî qanûnê binpêkirinan çareser bikin.

-Vegera tevahî xelkê Serêkaniyê bêyî cudabûn hêsan bikin. Ji bo vekirina tevahî rêyên fermî û ji nû ve girêdana Serêkaniyê ya rasterast bi parêzgeha Hesekê ve bixebitin. Divê çûn û hatin neyên astengkirin.

-Ji bo çareserkirina bi lez û bi berpirsyar a pirsgirêkên ku di dema vegerê de derdikevin, divê rasterast hemahengî bi Komîteya Koçberên Serêkaniyê û aliyên hiqûqî  yên têkildar re bê kirin.

-Divê aliyên fermî, rêxistinên navneteweyî, herêmî û xwecihî alîkariyên pêwîst wekî projeyên tenduristiyê yên domdar pêşkêş bikin. Ji bo bidawîkirina dosyaya kampan û navendên ku koçber lê dimînin planeke zelal deynin. Divê vegera şêniyan li herêma xwe armanca pêşîn be."

(bb)