Însiyatîfên Remezanê hevgirtina civakî xurt dikin

Însiyatîfên Remezanê yek ji adetên şêniyên Reqayê ne, ku şênî alîkariyan li malbatan belav kirin. Ev yek hevgirtina civakî ya xurt nîşan dide.

25 adar, 2025   05:15
REQA
MIZGÎN ELÎ

Di meha Remezanê de, gelek însiyatîfên bi navê cuda wekî “Projeya fitarê ya Reqayê”, “Sendoqa Alîkariyan a Hilêsat” û “Mizgîniyên Remezanê” li bajarê Reqayê tên destpêkirin.

Hinek ji van însiyatîfan pêdiviyên sereke yên xwarinê û hinek jî xwarina hazir pêşkêş dikin. Xwaringeha Firdos a Alîkariyên jî di hefteyê de 2 rojan xwarina fitarê li hewcedaran belav dike.

Mûdîrê Xwaringeha Ferdos Yasir El Xabûr ji ajansa me re diyar kir ku xwaringeha wan serbixwe ye û bi keda şêniyan e û got: “Em alîkariyan ji xêrxwazên li derve û yên herêmê werdigirin. Em madeyên sereke ji sûkên xwecihî dikirin û ji sibehê de dest bi amadekirina xwarina fitarê dikin."

El Xabûr da zanîn ku di xwaringehê de 31 xwebexş dixebitin û li gorî pereyên ku hatine dayîn jî xwarin tê amadekirin û got: “Xwarinên fitar ji şorbe, yan birinc û savar û mirîşk an jî fasûliye û goşt pêk tê."

El Xabûr diyar kir ku di van însiyatîfan de, di salên borî de xwarin rojane dihat belavkirin, lê belê ji ber kêmbûna madeyên sereke ew di hefteyê de tenê 2 rojan xwarinê belav dikin.

El Xabûr wiha domand: “Pêdiviya karê xêrwaziyê bi însiyatîfeke kesane heye. Nabe mirov ji kesan alîkariyê bixwaze. Deriyê xêrê ji hemûyan re vekirî ye. Em hêvîdar in alîkarî ji bo sêwiyan û xêrwazên ku naxwazin navên xwe aşkera bikin, werin dayîn.”

Girîngiya van însiyatîfan di xurtkirina hevgirtina civakî û destekdayîna ji bo hewcedaran de, binirxtir dibe.

(mh/fr)

ANHA