Elewî li Sûriyeyê - 1

Bi sedan salan elewî li Sûriyeyê ji ber cudahiyên xwe yên olî rastî komkujî û zilmê hatin, bi taybetî bi destê Osmaniyan. Ew jî neçar man xwe li çiyayan bigirin. Lê ev yek jî bû sedem ku demên dirêj di hêla civakî û siyasî de bi tenê bimînin.

Elewî li Sûriyeyê - 1
23 adar, 2025   03:06
NAVENDA NÛÇEYAN
DIYAA ISKENDER

Di vê dosyayê de em ê li ser baweriya elewîtiyê, belavbûna wê, komkujiyên li dijî wê, ta serdeama desthilatdariya Fransayê, geşbûna wan û mezinbûna rola wan di dema rejîma her du Esedan (bav û kur) de. Di dawiyê de, em ê behsa rûxandina vê rejîmê û tawanên qirkirinên mezhebî yên bi ser destê desthilatdarên nû yên Şamê bikin.

DERKETINA ELEWIYAN: BAWERIYEKE HUNDIRÎN Û NASNAMEYEK NEPENÎ

Rehên mezheba elewî vedigere sedsala 9'an ku di nava aloziya siyasî û olî ya cîhana îslamê ya wê demê de derket holê. Baweriya wê ji şîetiya dozdehîmamî û sofîtiyê pêk tê, her wiha bandorên felsefeya gnostîk ku guh dide zanîna hundirîn, li ser wê hene.

Elewî baweriya xwe bi Muhammed Îbn Nuseyr tînin ku digot ew dergehê îmamê yazdehan Hesen El Eskerî ye, lewma navê "Nusayrî" li wan hate kirin. Paşê di sedsala 20`an de wek "elewî" hatin naskirin, piştî ku wan xwe nêzî şepêla îslamê ya giştî kir.

BELAVBÛNA ERDNÎGARÎ

Elewî ji aliyê erdnîgarî ve li gelek herêman bi cih bûne ku beşeke bingehîn a tevna civakî ya li Sûriyeyê pêk tînin, her wiha li Tirkiye, Lubnan û hinek jî li Iraq û Filistînê hene.

Sûriye wargeha wan a sereke ye ku ew bi qasî ji sedî 10-12 a nifûsa Sûriyeyê pêk tînin, li peravên Sûriyeyê, bi taybetî li Laziqiyê, Tertûs û Çiyayên Elewiyan dijîn. Ew deverên dijwar in, di dîrokê ji bo ku xwe biparêzin, xwe li wir digirtin. Her wiha li navenda Sûriyeyê, bi taybetî li Humsê û gundewarên Hemayê, hejmareke zêde ya elewiyan heye, bi taybetî li gundên mîna Misyaf û Selemiyê. Piştî berfirehbûna dewleta Sûriyeyê ya nû, elewî li li Şamê û Helebê jî belav bûn.

Li Tirkiyeyê hejmara elewiyan bi milyonan e, lê piraniya wan "bektaşî" ne ku ji elewiyên Sûriyeyê cuda ne, bi taybet li Lîwa Îskenderon (Hatay) û bejahiya wê.

Li Lubnanê, elewî hindikahiyeke biçûk in ku li bakurê welêt, bi taybetî li devera Cebel Mohsin a Trablusê û her wiha li hin gundên Wadî Xalid û Akkarê ne.

Li Iraq û Filistînê, hejmareke hindik elewî hene, bi taybetî di nav malbatên ku di demên cuda yên dîrokê de koç kirine, tevî delîlên dîrokî yên hebûna wan li Filistînê hene jî, lê hejmara wan îro hema bêje tune ye.

Tevî vê berfirehbûnê, elewiyan, bi taybetî li Sûriyeyê, karakterê xwe yê erdnîgarî yê gundewarî û çiyayî parastiye. Lewma di dirêjahiya dîrokê de karîn xwe biparêzin, lê beramberî wê di hêla civakî û siyasî de demên dirêj bi tenê man.

DI DÎROKÊ DE KOMKUJÎ Û DÛRXISTIN

Bi sedan salan elewî rastî cudakarî û çewisandinê hatine, di serdema Osmaniyan de çewisandin gihaştiye lûtkeyê. Ev çewisandin ne tenê cudakariyeke olî û civakî bû, lê polîtîkayeke biplan bû ku bi sedan salan dewam kir û rasterast li dijî hebûna wan bû. Li gorî Osmaniyan, elewî “zendîq” û “li derveyî îslamê” ne, lewma her tim rastî kuştin, koçberkirin û cudakariya aborî û civakî hatine.

Li Helebê ku hebûneke girîng a elewiyan hebû, bûbû qadeke çewisandina dijwar a li dijî elewiyan, her wiha li herêmên din ên bakurê Sûriyeyê jî rastî çewisandinê hatin.

KOMKUJIYÊN OSMANIYAN LI HELEB Û HERÊMÊN DIN ÊN SÛRIYEYÊ

Bi sedan salan elewî li Rojhilata Navîn rastî çewisandinên sîstematîk ên Împaratoriya Osmanî hatin ku wan wek derveyî îslama fermî ya dewletê didîtin. Ev çewisandin bi ketina Osmaniyan a Sûriyeyê di sala 1516’an de piştî Şerê Mercîdabiqê dest pê kir ku Sultan Selîmê Yekem fermanên olî derxistin û elewî weke zindîq ragihandin û rê li ber komkujiyên berfireh vekir ku hebûna wan dike armanc.

Li Helebê û gundewarê wê, hêzên Osmanî dest bi kuştinên komî kir ku bû sedema qirkirina gelek malbatan, wêrankirina gundan û kolekirina jinan, her wiha mal û milkên wan talan kirin û zeviyên wan ên çandiniyê ji wan hatin standin, lewma ew nava xizanî û tenêbûnê de man.

Beravên Sûriyeyê ji van kiryaran bê par nebûn. Di sedsalên 17 û 18’an de, li herêmên Laziqiyê, Tertûs û Çiyayên Elewiyan hemleyên leşkerî yên dubare li dijî elewiyan pêk hatin, pêre jî bacên giran li xelkê ferz kirin û xelk neçar kirin ku zarokên xwe wek xizmetkar bifiroşin da ku debara jiyana xwe bikin. Her wiha gundên elewiyan ên li Çiyayê Laziqiyê jî hatin şewitandin û wêrankirin, gelek kes neçar man ku koçî herêmên asêtir û dûrtir bikin.

Dema ku Împaratoriya Osmanî di sedsala nozdehan de lawaz bû, zordestî dîsa bi fetwayên olî yên ku ji hêla sultanatiyê ve derketin û kuştina elewiyan rewa kir, bi taybetî li Heleb û Anatolyayê. Ji ber van fetweyan elewî rastî pêleke nû ya tundiyê, koçberiyê hatin û di encamê de hejmareke mezin a elewiyan ji Heleb, Idlib û Maarat El Numan koçber bûn û gelek ji wan neçar man ku xwe li çiyayan bigirin an jî koçî Lubnan û Anatolyayê bikin.

Tevî ku Osmanî di çewisandina elewiyan de yên herî hovane bûn jî, lê Memlûkiyan ji wan bêhtir kiryarên çewisandinê kirin, wan bacên giran danîn û hemleyên kuştinê li dijî wan pêk anîn, bi taybetî li Heleb û Trablusê, lewma ew neçar kirin ku birevin herêmên çiyayî û bêtir ji civakê dûr bikevin.

Ev kiryar û sûcên berdewam, bûne sedem ku di nava elewiyan de zîhniyeteke giştî derkeve pêş, ew jî zihniyeta tirsa ji çewisandinê û xweveşartinê ye. Lewma wan xwe sparte çiyayan wekî herêmên ewle û ji tirsa dubarekirina qirkirinan bawerî ayînên xwe yên olî veşartî hiştin.

DAGIRKERIYA FRANSAYÊ Û QONAXA VEGUHERANDINÊ

Bi hatina desthilatdariya Fransayê bo Sûriyeyê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Fransiyan girîngiya bikaranîna mezheban ji bo pêşdebirina berjewendiyên xwe yên kolonyalîst fêm kir. Ewilî kesên elewî xistin nava yekîneyên leşkerî yên taybet, vê yekê hebûna wan di artêşê de bi hêz kir ku piştî serxwebûna Sûriyeyê bû navgînek ku xwe bigihînin erkên desthilatê.

Sibe: Elewî li Sûriyeyê di sedsala bîstan de

(k)

ANHA