Mûnîr Edîb: Ji bo têkbirina DAIŞ’ê têkoşîna leşkerî, ewlekarî û ramyarî divê

Pisporê tevgerên tundraw û terorîzma navneteweyî Mûnîr Edîb got çeteyên DAIŞ’ê nehatine jinavbirin, lewra em nikarin behsa vegera wan bikin û bang li hêzên herêmî û navneteweyî kir ku ji aliyê leşkerî, ewlekarî û îdeolojîk ve li dijî DAIŞ’ê tev bigerin.

Mûnîr Edîb: Ji bo têkbirina DAIŞ’ê têkoşîna leşkerî, ewlekarî û ramyarî divê
23 adar, 2025   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Salvegera rizgarkirina Baxozê (23 Adar) qonaxeke dîrokî a bidawîhatina serdestetiya DAIŞ`ê ya li ser erdê ye, lê metirsiya vegera wê hîna mijara gotûbêjê ye. Ew bi dizî tev digere û li benda derfetekê ye ku dîsa derkeve, bi taybet di nava kaosa ku li Sûriyeyê û derdora wê de.

Têkildarî sedemên ku nahêlin DAIŞ were tunekirin, lêkolîner û pisporê tevgerên tundraw û terora navneteweyî Mûnîr Edîb got: "Gelek sedem hene ku em dikarin bibêjin ku DAIŞ nehatiye jinavbirin, da ku em behsa vegera rêxistinê bikin. Şerek li dijî DAIŞ’ê hebû û ev şer ji hêla gelek aliyan ve hat kirin."

Edîb her wiha got: "Di rastiyê de, me rêxistin bi temamî ji nav nebiriye, lewre em nikarin behsa vegera wê bikin, bi taybetî ji ber ku şerê li dijî DAIŞ`ê bi rêya hewayî hat kirin û tu rûbirûbûnek li ser erdê ji bilî ya Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên ewlekariya xwecih ên Iraqê çênebû. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ev rol negirt ser xwe û bi vî awayî, heta niha jî, piştî 6 salan hîna rêxistin zindî ye û hîna jî çalakiyên bibandor pêk tîne.”

Munîr Edîb wiha pê de çû: "Baregehên ewle ji rêxistinê re heta îro jî hene û rewşa siyasî ya lawaz li Sûriyeyê piştî rûxandina rêjîma Sûriyeyê penageheke ewle ji şaneyên rêxistinê re peyda dike. Xala sêyem jî; hin aliyên xwecih û herêmî hene ku piştgiriya rêxistinê dikin û hawirdorekê jê re peyda dikin. Ji ber vê yekê rêxistin niha bi şaneyên xwe yên razayî û çalak hîna heye û gefê li ewlekarî û aramiya herêmên Ereban û cîhanê dikin.”

Têkildarî aliyên ku sûdê ji berdewama hebûna DAIŞ’ê werdigirin, Edîb got: "Ev alî, ew rêxistinên îslamî yên ku nêzîkî îdeolojiya DAIŞ’ê ne, her wiha hin welatên ku rêxistinê ji bo armancên siyasî bi kar tînin û hin dezgehên îstixbaratî yên ku dibe ku bi rêxistinê kar bikin jî.”

Munîr Edîb diyar kir: "Hin welat hene ku bi hin komên etnîk ên Sûriyeyê re dijminatiya wan heye, bi rêya têkiliyên xwe yên bi DAIŞ'ê re, xwestin ji aliyê siyasî ve sûdê wergirin û piştgirî dane DAIŞ'ê, nemaze ku DAIŞ dijminatiya hin komên sûriyeyî dike, ji ber vê yekê piştgirî jê re hat dayîn. Her wiha piraniya serkirdeyên rêxistinê bi rêya hin welatan re derbas dibin da ku derbasî Sûriyeyê bibin û terora xwe pêk anîn, weke çawa me hemûyan dît.”

Li gorî Edîb xuya ye hêzên navneteweyî van rêxistinan ji bo armancên siyasî bi kar tînin, tişta ku ji hêzên navneteweyî û herêmî tê xwestin, jiholêrakirina vê rêxistinê û hemû rêxistinên tundrew ên ku wê diparêzin û piştgiriyê didinê ye û divê têkoşîna li dijî DAIŞ`ê leşkerî, ewlekarî û ramyarî be.

(k)