Li Quneyterayê ji heman malbatê 4 ciwan hatin girtin

Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneyterayê ji heman malbatê 4 ciwan girtin.

Li Quneyterayê ji heman malbatê 4 ciwan hatin girtin
22 adar, 2025   22:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di lêgerîna malên Sûriyeyiyan de, vê êvarê hêzên Îsraîlê ku piştî derbasî gundê Um El Îzam ê li gundewarê Eset ê Quneyterayê bûn, ji heman malbatê 4 ciwan girtin.

Piştî serdegirtina malên sivîlan li gund de ew 4 ciwan hatin girtin û di nava welatiyên herêmê de metirsî çêbû.

Îro jî, hêzên leşkerî ya Îsraîlê ku ji alav û erebeyên leşekrî pêk dihat ketin aliyê bakurê gundê Meiriyê yê herêma Hawiza Yermûkê yê gundewarê rojavayê Derayê, lê tu pevçûn çênebûn.

(fr)