El Sûdanî: Divê hêzên Tirkiyê ji axa Iraqê derkevin

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya  El Sûdanî ji Tirkiyê xwest ku hêzên xwe ji axên Iraqê vekişîne.

El Sûdanî: Divê hêzên Tirkiyê ji axa Iraqê derkevin
29 tîrmeh, 2025   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê, Mihemed Şiya El Sûdanî diyar kir ku divê hêzên Tirkiyê ji axa Iraqê derkevin. El Sûdanî got tu sedema mayîna van hêzan li Iraqê nemaye.

El Sûdan, di hevpeyvîneke li gel ajansa Associated Press (AP) got, "Me lihevhatina aşitiyê di navbera hikûmeta Tirkiyê û PKKˊê de silav kir, niha ti hênceta mayîna  hêzên Tirkiyê nemaye, divê ew ji ax Iraqê derkeve."

Li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, komek gerîlayên HPG`ê roja 11`ê Tîrmehê çekên xwe şewitandin û ragihand ku ew ketin pêvajoya têkoşîna siyasî.

(k)