Li Şamê 2 bira ji Siwêdayê hatin kuştin

Li taxa Berzê ya paytexta Sûriyê Şamê 2 bira ji bajarê Siwêdayê dema li ber dikana xwe bûn, ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin.

Li Şamê 2 bira ji Siwêdayê hatin kuştin
29 tîrmeh, 2025   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di saetên êvarê de dema 2 biraryên ji Siwêdayê Durêd û Muhend Haşim El Şiblî Ezam li ber dikana xwe ya li taxa Berzê bûn, ji aliyê çekdaran ve hatin gulebarankirin. Di encamê de her duyan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, yek ji wan endazyarê peywendiyan (îtîsalat) bû, yê din ji mêj ve penaber bûbû, lê bi hilweşîna rêjîmê re bi hêviya guhertinê, vegeriya welat û  li vir zewicî û li Şamê dikanek biçûk vekiribû.

Şahidên bûyerê diyar kir ku komeke çekdar nêzî dikana wan bû û bê ser û ber gule bi ser wan de barandin.

Çalakvan û xelkê Siwêdayê ev bûyer bi tundî şermezar kir û diyar kir ku ew di çarçoveya êrişên li dijî Siwêdayê de pêk hatiye û xwest demildest hesab ji sûcdaran were xwestin.

(dc)