Li kampên koçberan 3 zarok ji ber germa zêde mirin

Ji ber germa zêde, 3 zarokên koçber ên ji Şehbayê, li kampên koçberan ên li Reqayê jiyana xwe ji dest da.

Li kampên koçberan 3 zarok ji ber germa zêde mirin
29 tîrmeh, 2025   14:52
REQA

Li kampên koçberan ên li Reqayê, di rojên dawîn de ji ber germa zêde 3 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Zarokên jiyana xwe ji dest daye cêwiyên bi navê Mihemed û Rohat El Xelîl ku temenê wan meh û nîv e û Mihemed Ebdo yê 3 mehî ne. Her sê zarok ji koçberên Efrîn û Şehbayê ne û malbatên wan li stargehên koçberan ên li Reqayê dijîn.

Li bajarê Reqayê û piraniya bajarên Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê pileya germahiyê 48 derece derbas dibe.