Li ser daxwaze şêniyan Şaredariya El Cirniyê dest bi projeyan dike

Şaredariya Gel a El Cirniyê ya kantona Tebqayê amadekariyên pêkanîna rêzeprojeyên xizmetguzariyê bi lêçûna 153 hezar dolarî dike. Ev proje bi hevkariya şêniyan ji bo başkirina binesaziya xizmetguzariyê pêk tên.

Li ser daxwaze şêniyan Şaredariya El Cirniyê dest bi projeyan dike
3 tîrmeh, 2025   03:45
TEBQA

Şaredariya Gel a bajarokê El Cirniyê yê kantona Tebqayê amadekariya pêkanîna çend projeyên xizmetguzariyê dike; projeya ji nû ve çêkirina rêyan, çêkirina kanalîzasyonên avê û kirîna wesayîtan şaredariyê. Şaredariyê piştî rêzecivînên dirêj di navbera şaredariyê û şêniyan de, bi armanca baştirkirina asta xizmetguzariyan ev proje destnîşan kirin. 

Hevserokê Şaredariya Gel a El Cirniyê Hesen El Fesîh der barê mijarê de got: "Yek ji projeyên me yên herî girîng ên ku vê dawiyê hatine pêkanîn ku li ser daxwaza şêniyan me makîneyeke vekirina kanalîzasyonên girtî kirî ku buhayê wê 40 hezar dolar e, ji ber ku pêdiviya şêniyan bi wê makîneyê hebû û niha ev makîne ketiya xizmeta şêniyan.”

Hesen El Fesîh destnîşan kir ku di rojên pêş de, şaredarî dê dest bi pêkanîna 2 projeyan bike, dê kanalîzasyonekê li gundê Elkilî û ya din li gundê Mezyûna ku lêçûna wan 38 hezar dolar e, çêke.

Her wiha şaredarî amadekariya pêkanîna projeya asfaltkirina rêyan dike. Ji bo vê projeyê jî Yekitiya Şaredariyan a Kantona Tebqayê hezar û 700 metrekab asfalt ji bo rêyên bajarê El Cirniyê veqetandiye.

Li gorî El Fesîh dê 17 kolanên li hundirê bajêr û rêya di navbera bajêr û gundê Elkicî de were asfaltkirin ku ew rêyeke girîng e ji bo şêniyên herêmê. Her wiha rêya gundê Elkicî ku bajarê El Cirniyê, bi Tebqa û Reqayê ve girê dide were sererastkirin. Bi giştî lêçûna projeyên asfaltkirina rêyan 75 hezar dolar e.

Plana pêkanîna van projeyan bi hevkarî û şêwirdariya komîn û meclisên xwecih hatiye danîn.

Bajarê El Cirniyê dikeve bakurê rojavayê kantona Tebqayê.

(k)

ANHA