YPJ nûnertiya şervanên jin dike

Yekîneyên Parastina Jin berpirsyariya têkoşîna 1500 salî ya şervanên jin rakiriye. Têkoşîn û berxwedana Kewyar, Xorrem, Zerîfe, Besê, Qedemxêr, Leyla Qasim, Gulnaz Karataş û Zeyneb Kinacî diparêze.

YPJ nûnertiya şervanên jin dike
13 hezîran, 2026   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Dema ku em li dîroka şervanên jin vegerin piştî zayînê bi 500 salan şervanên jin li hemberî zalim û dagirkeran serî rakir. Pêşenga wan Kewyar bû, Xorrem jî şopdara wê bû. Şervanên Kewyaran û Xorreman li hember zilmê azadî xwest, neheqî qebûl nekirin, ji bo edalet û wekheviyê biryara şer dan, xwestin dawî li koletiyê bînin û mirovên azad ava bikin.

Şahên Sasaniyan û rahibên sextekar xwîna civakê dimijand. Koletî ferz kiribûn û di bin navê ol pîroz e û nabe gotinên Avestayê bikevin ber lêpirsînê, xwe li ser serê civakê kiribûn nûnerên Xwedê yên li ser erdê. Zanist û hunereke şer a kûr pêwîst dikir heyanî ku bikarin van şah û rahiban lêpirsîn bikin û civakê rakin ser pêyan.

ŞERVANÊN KEWYAR Û XORREMÊ

Di navbera salên 450-500 de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dayika Kewyar û Xorrem xwe da ber têkoşîna li hember şahên Sasanî û oldarên sextekar.

Xorrem berî ku şûr rake û li hemberî Sasaniyan şer bike xwe gihand. Hîna bajar nedîtibûn, li gundan fêrî zanistê bû. Di destpêkê de gelekî girîngî da pirsgirêka jinan û zayendperestî lêpirsîn kir. Xorrem berî ku biryara serhildanê bide kete nava civakê de û jin bi rêxistin kirin. Ji Tîzponê heta Gundêşapûr, ji Reyê heta Xorasanê şervan bi rêxistin kirin.

Şervanên Xorremê li hemberî dagirkeran şer kir, di pevçûnan de wêrek bûn, li ber xwe didan, ji mirinê neditirsiyan, radestî dijminê xwe nedibûn û canê xwe feda dikirin. Şervanên Xorremê ji bo nekevin destê dijmin canê xwe feda dikir. Bi vê helwesta xwe berxwedan tacîdar kirin.

LI AFRÎKAYÊ JIN DIBIN ŞERVAN Û QEBÎLEYA XWE DIPARÊZIN

Di sala 1823`yan de li rojavayê Afrîkayê qralê Dahomiyê ji bo ku welatê xwe ji êrişên derve biparêze hêzeke jinan a leşkerî bi navê Agojiye ava kir. Şervanên jin ji aliyê parastin, aborî û siyasî ve berpirsyarî radikir û cihê xwe di rêvebirina qebîleyan de digirt.

Hêzên ku êrişî welatê wan dikir, bi dagirkirine re destê xwe datanî ser her tiştî û mirovên ku dîl digirtin, wek kole difirotin ewropiyan. Di wê demê de bazirganiya mirovan dihat kirin. Xelkê Afrîkayê difirotin Ewropayê. Şervanên jin li hember vê bazirganiya mirovan derketin û şer kirin. Ji bo civaka xwe biparêzin jiyana xwe feda dikirin û li hemberî qebîleyên êrişî wan dikirin, şer dikirin. Ji ber vê yekê civak li beramberî şervanên Agojiye rêzdar bû û roleke wan a mezin di civakê de hebû. Li ber xwe dayîn li gel şervanên Agojiye exlaq û rêgezeke şer bû.

LEYLA QASIM JÎ ŞERVANA RIZGARIYA KURDISTANÊ BÛ

Jina Kurd a têkoşer Leyla Qasim di sala 1952’yan de li gundê Bamîlî yê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Dema ku zanîngeh dixwend tev li têkoşîna li hember sîstema Baas a Iraqê bû. Leyla Qasim li Bexdayê tê girtin û îşkenceyên giran lê dikin. Ew radestî dijminê xwe nabe û berî ku bi dar ve bikin, dibêje “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min re dê bi hezaran Kurd ji xewa giran şiyar bibin. Ez gelekî kêfxweş û serbilind im ku ez ê giyanê xwe fedayî rizgariya Kurdistanê bikim.”

Hikumeta Iraqê roja 12’ê Gulana sala 1974’an Leyla Qasim tevî 4 hevalên wê li Bexdayê bi dar ve kirin.

Ji berxwedan û têkoşîna şervanên jin û têkoşer rabirdû û dîrok nayê gotin. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di destpêka şoreşa Rojava de li hember çeteyan û bi taybet çeteyên DAIŞ’ê şer kir, li ber xwe da û çalakiyên fedayî kirin. Çanda berxwedanê ya sedan salan diparêzin û jiyanî dikin.

(np)

ANHA