El Alûsî: Iraq li ser xaçerêyeke reform û ji nûve çêkirina aloziyê ye

Şîrovekarê siyasî Dr. Teysîr El Alûsî diyar kir ku Iraq di navbera avakirina dewleteke yasayî û saziyan, an jî serdestiya berdewam a hêzên çekdar li ser biryarên siyasî û ewlehiyê de ye li pêşiya xaçerêyekê ye û pêşniyarên bêçekkirina komên çekdar eger bi îradeyeke rastîn a ji bo reformê re nebin yek, dibe ku ji nû ve sererastkirina rewşa heyî wêdetir neçin.

El Alûsî: Iraq li ser xaçerêyeke reform û ji nûve çêkirina aloziyê ye
11 hezîran, 2026   03:22
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Şîrovekarê siyasî Dr. Teysîr El Alûsî biryara bêçekkirina komên çekdar ên Iraqê, siberoja wan, zextên derve û bandora guhertinên herêmî û navneteweyî li ser rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê nirxandin.

Teysîr El Alûsî diyar kir ku biryara hiştina çekan di destê dewletê tenê de di esas de daxwaza gel a avakirina hebûna xwe ya azad û siberoja xwe, rêgirtina li ber hewldanên lawazkirina pêkhatina saziyên wê bû û got: “Ev biryar di cewherê xwe de hêviyên gel nîşan dide ku istiqrara dewletê û serdestiya qanûnî û rêgirtina li ber parçebûn, têkbirina sazumaniya wê û bikaranîna dewletê nîşan dide.”

El Alûsî destnîşan kir ku tevî ku ev daxwaz a gel bû lê di nava nêzî 25 salan de bê bersiv mabû û got: "Sedema ku ev daxwaza gel nedihat bicihanîn; parçebûnên li ser asta nîştimanî, asta destwerdanê derve û serdestiya wan li ser avakarên biryarên dewleta Iraqê çi bi rêya destwerdanên rasterast be çi jî bi rêya komên çekdar be ne.”

El Alûsî diyar kir ku her hikûmetek ku di çaryeka sedsala dawî de hatiye damezrandin, tevî ya niha jî, ji heman sîstem û heman nêzîkatiyê derketiye. Her wiha destnîşan kir ku tişta nû di mijara sînordarkirina çekan di destê dewletê de ew e ku îro di bin bandora hevkêşeyek navneteweyî ya cûda de tê ferz kirin, ji bilî girêdanên aliyên çekdar bi hêzên derve û têkiliya pêkhateyên hikûmetê bi zexta navneteweyî re.

El Alûsî diyar kir ku prensîba sînordarkirina çekan di destê dewletê de xizmeta gelê Iraqê dike ger ew bibe rastiyek, lê di asta fermî de, ew tenê sloganek vala ye, ku nêzîkatiyeke birêvebirina krîzan, ne çareserkirina wan, nîşan dide.

YEKKIRINA KOMÊN ÇEKDAR Û BANDORÊN WÊ LI SER TÊKILIYA DI NAVBERA BEXDA Û HEWLÊRÊ DE

Li ser bandora ji nû ve birêxistinkirin an yekkirina komên çekdar li ser hevsengiya hêzê di nav Iraqê de û têkiliya di navbera hikûmeta federal û başûrê Kurdistanê de, El Alûsî diyar kir ku yekkirina komên çekdar ên milîs di nav hêzên çekdar û ewlehiyê de ji xwezaya desthilatdariya serdest û pergala dewletê nayê veqetandin, ku ew wekî rehîn ji hêla van koman ve tê hesibandin.

El Alûsî li dijî hewldanên wekhevkirina komên çekdar ên ku ji bo hilweşandin û ji nû ve rêxistinkirinê hatine destnîşankirin bi hêzên pêşmerge yên li Herêma Kurdistanê re, hişyarî da û diyar kir ku berhevdanek wiha cudahiyên bingehîn ên di navbera her duyan de paşguh dike.

El Alûsî diyar kir ku hêzên pêşmerge xwedî statuyek destûrî ya zelal û eşkere ne, di nav avahiya federal a dewleta Iraqê de ne û dîroka wan berî damezrandina dewleta Iraqê ya nûjen e. Wî her wiha da zanîn ku Pêşmerge ne milîsek an komek çekdar in ku beşdarî çalakiyên terorîstî dibe, lê belê saziyek rewa ye ku pabendî qanûnê ye û li gor zagonên leşkerî li welatên ku rêzê li serweriya qanûnê digirin tev digere.

El Alûsî pêşbîn kir ku di serdema pêş de, tevî piştgiriya navneteweyî ji bo karakterê wê yê federal jî, zext li ser Herêma Federal a Kurdistanê zêde bibe. Wî her wiha hişyarî da ku ketina hêzên herêmî bo hin beşên herêmê dikare were bikar anîn da ku zext li ser pergala federal zêde bibe û polîtîkayên ku li dijî xwestekên Kurdan û berjewendiyên wan ên neteweyî, werin sepandin.

DYA, TIRKIYE Û SIBEROJA SÎSTEMA EWLEHIYÊ YA IRAQÊ

Der barê rola Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Tirkiyeyê di nîqaşa berdewam a li ser siberoja hêzên Heşdî Şabî û pêşmerge de, El Alûsî diyar kir ku Herêma Kurdistanê xwedî nêzîkatiyek fermî ya nerm e ji bo birêvebirina têkiliyên xwe bi aktorên herêmî û xwecihî re, nêzîkatiyek ku gelek caran hiştiye ku di parastina berjewendî û rewatiya xwe ya siyasî de bi ser bikeve.

El Alûsî dawiyê got Kurdistan dê bi rêya yekparçeyiya avahiya xwe ya siyasî û sazûmanî stûna herî xurt ji bo parastina aramiya xwe bimîne. Her wiha Kurdistan dikare bibe faktorek sereke bo parastina Iraqeke federal û peydakirina derfetên rastîn ji bo guhertin, ji nû ve avakirin û pêşkeftinê, bi rêya pabendbûna bi destûr û serweriya qanûnê û bi rêya çalakiya siyasî ya aştiyane. Lê divê ku dînamîkên pevçûnê yên ku bi lez pêşve diçin li ser astên herêmî û navneteweyî li ber çavan werin girtin.

(k)

ANHA