Çima heya niha deriyê Nisêbînê nehatiye vekirin?

Tevî girîngiya stratejîk a deriyê sînor ê Nisêbînê di girêdana Sûriyeyê bi Tirkiye û Ewropayê ve û geşkirina bazirganiyê, lê vekirina derî hîn jî bi hesabên siyasî ve girêdayî ye.

Çima heya niha deriyê Nisêbînê nehatiye vekirin?
11 hezîran, 2026   04:56
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Sûriyeyê bi cihê xwe yê erdnîgarî yê girîng tê naskirin, ew xaleke hevgihînê ya girîng e di navbera parzemînên Asya, Afrîka û Ewropayê de, ji ber ku ew xaçerêyek3 li ser Rêya Hevrîşmê ya kevnar bû.

Heta roja îro, Sûriye di erdnîgariya cîhanî de wek deriyek ji bo veguhastina di navbera Rojhilat û Rojava de bi rêya 23 deriyên sînor ên fermî cih digire.

Deriyên sînor ên fermî yên Sûriyeyê bi welatên cîran re wiha ne:

- 5 derî bi Iraqê re (Tenf, Bûkemal, Welîd, Til Koçer û Sêmalka)

- 10 bi Tirkiyeyê re (Bab El Selame, Bab El Hawa, Cerablus, Girê Spî, Keseb, El Raî, Nisêbîn, Dirbêsiye, Hemam û Serêkaniyê)

- 6 bi Lubnanê re (Mesna, El Debûsiye, El  Erîde, El Cûsiye, Tilkelax û Metraba)

- 2 bi Urdunê re (Nesîb û El Remsa-Dara)

Piraniya van deriyan vekirî ne, lê hin ji ber sedemên cuda yên siyasî girtî ne.

Li parêzgeha Hesekê ku rûbera wê nêzîkî 23 hezar kîlometreçargoşe ye, 2 deriyên fermî bi Tirkiyeyê re hene ku ji bakur ve li ser sînorê wê ye Tirkiyeyê deriyên Nîsebîn û Dirbêsiye hene û 3 derî jî bi Iraqê re li sînorê wê rojhilat û başûrê rojhilat hene, ew jî deriyên El Welîd, Til Koçer û Sêmalka ne. Ev derî bûne xaleke girîn a dan û standina bazirganiyê li Rojhilata Navîn. Bazirganiya di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de di sala 2011`an de berî ku deriyên sînor werin girtin gihaştiye nêzîkî 2 milyar dolarî. Ev bazirganî bi giranî li 2 deriyên sereke bû; Nisêbîn û Bab El Hawa.

Her du welatan ji sala 2004`an vir ve peymaneke bazirganiya azad hebû ku di sala 2007`an de hat pêkanîn û bû egera ku bazirganî bi qasî ji sedî 30 zêde bibe.

Ji sala 2011`an vir ve, li sînorê Sûriyeyê û Tirkiyê veguherînên mezin çêbûn, li hin deveran hatin girtin û li deverên din jî hatin vekirin. Ev guhertin ji ber sedemên cuda çêbûn, di nav de bazirganî, vegera koçberan û rêwiyan û hêsankirina ketina çekdarên biyanî nav Sûriyeyê.

Di dawiya sala 2012’an de, rejîma Baasê ya hilweşiyayî kontrola piraniya xeta sînor a bi Tirkiyeyê re, bi taybetî li bakurê Heleb, Idlib û Reqayê ji dest da. Ev sînor piştre bû korîdoreke vekirî ji bo çekdarên biyanî yên ku dikevin Sûriyeyê, bi taybet ên ku tev li DAIŞ`ê bûne.

Di navbera salên 2012 û 2014`an de, operasyonên qaçaxçîtiyê gihaştin lûtkeyê û veguhestina sivîlan bo Tirkiyeyê gelekî hêsan û erzan bû. Mesrefa qaçaxçîtiyê di wê demê de ji 500 lîreyên Sûriyeyê (çend dolar) derbas nebû, li gorî mesrefên îro yên ku digihêjin dora 2 hezar dolarî.

Berevajî vê, Tirkiyeyê di heman demê de û ji destpêkê ve, ji bo girtina hemû deriyên sînor ên bi herêmên Rêveberiya Xweser re xebitî, bi taybetî deriyê sînor ê fermî yê Nisêbînê. Karbidestên rêveberiyê vê girtinê wek çekeke şerê li dijî herêmê û dorpêçkirinê hesiband.

Her çend deriyên sînor ên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ku di serdema rejîma Baasê de hatibûn girtin, wekî deriyên sînor ên Keseb û Girê Spî, niha ji nû ve hatine vekirin jî, deriyên sînor ên Nisêbîn û Kobanê hîn jî girtî ne.

Girîngiya deriyê sînorî yê Nisêbînê ew e ku ew xala herî nêzîk e ku ûarêzgeha Hesekê bi taybetî bajarê Qamişlo, bi Tirkiyeyê ve girê dide. Ew di heman demê de wekî deriyek bazirganiyê û rêya herî kurt û hêsan ji bo kel û pelan ji bo gihaştina Iraqê ye ku dê aboriya herêmê vejîne.

Di dema amadekirina vê raporê de, ajansa me agahî bi dest xist ku amadekariyên ji bo vekirina deriyê Nisêbînê li her du aliyên Sûriyeyê û Tirkiyê berdewam dikin. Ev amadekarî di 2 rojên borî de zêde bûne, ji destnîşankirina xebatkaran bigire heta sazkirina kamerayên çavdêriyê, lê daxuyaniyeke zelal an piştrastkirina dîroka vekirinê nehatiye kirin.

Li gorî peymanên di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û rayedarên Tirkiyeyê de, biryar bû ku deriyê sînor di destpêka Gulanê de were vekirin. Lê ev hate rawestandin, bi taybet piştî ku pêvajoya entegrasyonê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumetê de li ser mijarên têkildarî dadwerî û dadgehan de rawestiya.

Li aliyê din rayedarên Rêveberiya Xweser û endamên komîteyên entegrasyonê dibêjin ku derengketina vekirina deriyê sînor ne tenê ji ber pirsgirêkên teknîkî an îdarî ye. Ew dibêjin ku ev wekî taktîkek zexta siyasî li dijî herêmê û şêniyên wê tê bikaranîn, da ku Rêveberiya Xweser neçar bikin ku di danûstandinên berdewam ên derbarê rêkeftinên entegrasyonê de bi hikumetê re tawîzan bide.

(k)

ANHA